Ana içeriğe atla

Kayıtlar

2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Keştîya Bêdeng, Yahya Kemal Beyatlı

Keştîya Bêdeng* Êdî dema bi rê ketinê hatibe ji demê Keştîyek ber bi rêyeke nedîyar radibe ji vê bendêrê Weke ku rêwîyek wê tune be bêdeng diherike Ji wê rabûnê ne desmal ne jî destek dihejike Yên li bendêrê mane ji vê gerê elemdar in Çavê wan şolî bi rojan li asoyên reş dinihêrin  Hestên neçar! Ne keştîya dawî ye ev ku diçe... Ne jî şîna dawî ye ya vî emrê bi veqetîn Dunyayê da yên hezkirî û hez dikin ji valahîyê ra li bendê ne Nizanin ku evîndarên çûne venagerin... Ji yên çûyî piranî kêfxweş in ji cihê xwe... Gelek sal derbas bûn yê vegerîyan tunene ji gera xwe ... Ji Tirkî werger: Ayetullah Badikî
Dema ez ji Mûşê derdikevim derva çavnêrîya derdora xwe dikim. Dixwazim mirovan nas bikim. Her mirovek dunyayek e. Ev di bîra min da bes wek dirûşmeke cih nagire. Lê dibînim ku mirov pir dişibin hevdû. Di hinek mijaran da heman bertekan nîşan didin. Mînak piranîya tirkan ji layê nasnameya me ya netewî da heman tiştan difikirin. Ew, me wek xwe neteweyeke xweser û xwedî maf nabînin. Pêkan nîn e ku, kurd jî wek wan neteweyek bin û weke wan xwedî hîn mafên netewî bin. Vê helwesta xwe di her cihan da bi me didin zanîn û bo yên ku bibînin ev ne tişteke veşartîye jî. Mînak dixwazî newsa? Ka sebir bike ez bibêjim. Îro li derekê di nav axaftinek da netewa min, ji min hate pirsîn. Tenê di pirsên wan da tu vê nêrîna seqet dibînî. Di dewsa ku ji te re bibêjin, "tu kurd î/Kürt müsün?", dibêjin, "kurdîtî heye/Kürdlük var mı?" Kurdîtî heye yanê çi? Yanê tu, di rastîyê da tirk î, ji me yî, ji me cûda nîn î, lê dibe, wek boçikek, wek aksesûarek tiştek din jî bi te va hebe! Lê dû ra

BÎR, Nûdem Hezex

BÎR ll Nûdem Hezex Bîr, Nûdem Hezex, Weşanên Dara, 2018, Stenbol Berîya xwendina vê romanê bawerîyeke bi vî hawê di min da hebû: Gelo çima paranîya romanên me welê di cara ewilîn da xwe didin dest. Çima tehm û çêja xwe ji xwendina duyem, sêyem ra jî nahêlin.  Çima dû xwendina cara yekemîn da nabêjin, "xwendevanê ezîz, biborîne lê, ez dê te piçek biwestînim, ez şikeftek im, şikefteke bê ser û ber. Û kesê di vê şikeftê da dest bi rêwîtîyekê bike, divê cara ewil zanibe ez, xewleyên xwe wusa di rêwîtîya yekem da dîyar nakim. Bo ku tu bi her awayî bi xwazî min nas bikî, divê çend carên din jî li min vegerî!" Belê, me vî dixwest. Bextîyar Elî her sax be, ew bi şêweya vegotina xwe vê daxwaza me piçek bicih tîne. Di dersa Edebiyata Nûjen da û di koma me ya xwendinê da li gor lîsteyeke pirtûkan em xwendinan dikin. Di van lîsteyan da yek Êvara Perwaneyê, yek jî Bîr, xwe bi me du caran dane xwendin. Û divê carek, du carên din jî em bixwînin. Da ku bi tevahîya metnan têbigihîji

Qîza Bavê Xwe ll BAHOZ BARAN

Qîza Bavê Xwe, Bahoz Baran, Wardoz, 2019, Stenbol Ev berhem ji 14 çîrokan pêk dihê. *Gelo Mela Çima Mir Li malekê mêvanek behsa çîroka melayek kirîye, lê ev çîrok nivco maye. Ji zarok ra jî bûye ehd divê hîn bike dawîyê. Tê ji mamoste dipirse, ji mamoste ra jî dibe ehd. Lê ew jî xwe nagihîne encamê. Dawîyê da encam bi nameyek tê ber dest lê êdî naxwaze hîn bibe. Wisa dihêle. *Hezar Carî Hela Nesredîn teredînek e. Xaloyek li kamyona xwe siwar dike û wî piçek bi tevgerên xwe yên dînîtîyê diwestîne. *Kenê Bêtore Lehengê çîroka me li pey keçikekê ye. Şerta yekemîn ew e ku divê ev keçik bi kenê xwe di dilê lehengê me da cih bigire. Axir dibîne yek welê lê demek tê êdî ev ken dibe belaya serê wan. *Mela Şekir Melayê me li gundê xwe melatîyê dike. Lê rojek dewlet digre ser, dibe hinek tehdeyî li wî dike. Ew jî sond dixwe wek ku heta hetayê zirarê bide sebeban. Axir bi ya xwe dike. *Xaltîya Eyşo "Xaltîya Eyşo çi kes bû? Reîsa beledîyeyê

Xadim

Xadim, Selahattin Bulut (Çîrok) Avesta, Çapa Yekem 2008, Stenbol Kurte Jêhat ji girtîgehê derdikeve û mala wî bi kêf û coş li benda wî ne. Di 25 saliya xwe de ketiye hundir, 35 saliya xwe de jî derdikeve. Dayika wî Berfê, bavê wî Xelîl li benda Jêhat in ku ji Bihara cîrana wan re herê bike û wî bizewicînin. Lê nabe. Çi dikin nabe. Jêhat herê nake. Ew nizanin çi bi Jêhat hatiye. Axir Jêhat diçe Stenbolê û bi pêşniyara hevalê xwe bo texawiyê diçe nexweşxaneya ermeniyan. Helbet nexweşîneke Jêhat heye. Di girtîgehê de pêrgî miemeleyên zor nebaş hatiye. Wî ji mêraniya wî de xistine. Yek bi yek ji bijîşk re dibêje, bijîşk dermanek pêşniyar dike, Jêhat wî dermanî diceribîne lê nabe. Bi ser nakeve. Û li vê derê xilas dibe. Vebêjer Kesê sêyem Dem Dem bi awayekî kronolojîk diherike. Nivîskar, mudaxaleya dema ku rêzkî diherike nekiriye. Wek sal diyar nebê jî, behsa darbeyek tête kirin. Lê wek demsal diyar e, dema ku derdikevin derve paltoyên stûr li xwe dikin... be

Sêsilê, Abdullah Kaya

Sêsilê, Abdullah Kaya, Avesta Di romanên Kurdî yên ewilîn û niha de temayên herî zêde derdikevin pêşberî me, evînên bêmiraz in, zordariyên axa û began in, mijarên netewî ne, dozên xwînê ne.  Di Sêsilêyê de jî temaya sereke, yek dozeke xwînê ye û pê re jî evîn e. Vêca bi honandineke balkêş û kêm ceribandî. Romana me navê xwe ji serlehengê xwe Sêsilê digire. Sêsilê çawakî navek e. Navê lehengê me Silêman, bi awayê kurt Silê ye. Ji ber jêhatîbûna wî ya bi nav û deng jî jê re Sêsilê ango Silêmanê bi qasî sê kesan jêhatî. Di destpêka romanê de behsa niqaşên du gundan tête kirin. Dozeke xwînê ku ji sedema çend heb kevokan derdikeve û di dawiyê de jî dibe sedema kuştina du kesan û koçberbûyîna malek. Sêsilê ji bo ku bi birayê xwe re ji xwîniyên xwe yekî dikujin dikeve girtîgehê û 10 sal ceza tête birîn.  Romana me ji du layan diherike, li aliyê din jî ji gundê Rindika em piçek behsa Dilşayê bikin. Dilşa keçeke xweşik, bi bejn û bal e. Keçeke xama ye Dilşa lê, ji bo kesên ku ji bo

Jana Gel (Îbrahîm Ehmed)

Jana Gel, Îbrahîm Ehmed, Apec, 1992 Edebiyata kurdan de li ser zaravayê soranî wek yekemîn roman, Jana Gel ya Îbrahîm Ehmed tête qebûl kirin. Di romanên berê yên kurdan de em pêrgî metnên realîst tên ku bûyerên van berheman rasterast ji nava gel tên girtin.  Jana Gel ji vana yek e. Roman li ser şerê ku di navbera artêşa azadiyê û dewletê de diqewime disekine. Pê re jî wek bivênevê ya bandora şerek çi be li ser gel, li ser wan disekine. Girtin, talan, kuştin, sixûrî. Pê re jî şerê baş û nebaşan. Di vê romanê de jî welê ye. Serlehengê me Camêr e. Camêr sêwiyek li wê derê ye, û pêrgî qedereka reş tê. Jina wî Kalê, ducanî ye, ew dixwaze biçe dû mamanê da ku bê di heyama welidîna zarok de alîkariya wê bike. Di rê de li nav şer diqelive û birîndar dibe, tête girtin. 10 sal ceza lê tê birîn. Lê pismamê wî Lawe di nameyan jê re nabêje ku jina wî û zaroka wî herdû di heyama welidînê de mirin e. Dibêje Xwedê kurek daye te û navê wî Hîwa ye. Axir ji girtîgehê rizgar dibe û tê dikeve

Şopajo ll Sedat Yurtdaş

Şopajo ll Sedat Yurtdaş Di destpêka pirtûka xwe de nivîskar serlehengê romana xwe Seydo, li ser zeviyek dikuje û şopajoyek naskirî dide pey şopa kujerên wî. Destpêkeke bi vî teherî romannûsa Îngilîzî Agatha Christie tîne bîra mirov. Di serê pirtûkê de yek tête kuştin, kujer nediyar in lê bo nivîskar ev ne xem e. Nivîskar karê dedektîviyê hildide ser milê xwe, xwendevanên xwe dide dû xwe û welê bûyer diherike. Di Şopajoyê de jî destpêkeke bi heman teherî heye.  Serlehengê romana me Seydo, çend sal berê ji gundê xwe koç bar kiriye ber bi bajêr de. Lê yekser destê xwe ji axa xwe naşo, doza erdê mezinên xwe dike, bi van kiryarên xwe jî axayê wê heremê Mistefa Axa aciz dike. Mistefa Axa berevajiyê malbata Seydo gelek cerdewan û alîgirên dewletê dihewîne di hundirê xwe de. Ew bi xwe jî alîgirek dewletê ye. Axir Seydo li ser zeviya wî dikujin. Dewlet xwe nagihîne çi şopek ji kujerên wî. Lê bi saya şopajoyek malbata Seydo hinek delîlan bi dest dixin. Ev delîl jî di dosyeyên qere

Îslam Îslamîzm Dewlet û Netewperweriya Kurdî / Kamal SOLEIMANI, (Wergera ji Îngîlîzî: Fexrîye Adsay, Weşenên PEYWEND

Îslam Îslamîzm Dewlet û Netewperweriya Kurdî / Kamal SOLEIMANI, (Wergera ji Îngîlîzî: Fexrîye Adsay, Weşenên PEYWEND 1. Destpêk Ev xebat, ji nivîsên cuda pêk tê. Di vê xebata xwe de lêkolîner, mijar û temayên curbicur ên derbarê dîroka Kurdistan, dînê Îslamê û netewperweriyê de vedikole. Şexsiyetên cuda yên kurd ên dîrokî, wek Şêx Ubeydullahê Nehrî, Seîdê Kurdî/Nûrsî, Şêx Seîd, Îsmaîl Axayê Simko û rewşenbîrên kurd ên li Stenbolê ji sedsala 19emîn tên vekolandin. Her beşek li ser mijarek radiweste û lîsteyeke çavkaniyên derbarê wê mijarê de pêşkeşî me dike. Di çend cihan de nivîskêr dubare dike ku mebesteke wî ya bi tevahî ronîkirina bûyerên dîrokî nîn e. Di serî de li ser îmaja kurd ya di diroknûsiyên fermî radiweste. Lêkolîner, hevbandoriyên di navbera kurdan û dewletê de di nav sê qonaxan de dabeş dike: Qonaxa yekem, rehên wê di salên 1789 û 1914 de ne. Di vê navberê de guherînên siyasî û civakî yên li Îran û Tirkiyeyê diqewimin cih digirin. Qonaxa duyem, li Tirkiy

Xwendinek Li Ser Hawara Dîcleyê

Xwendinek Li Ser Hawara Dîcleyê Gelê kurd di sedsala 20emîn de di qada siyasî de pêrgî hinek bûyerên nexweş tê. Êdî welatê wan bi awayekî fermî di nav 4 çar parçeyan de, di nav 4 dewletan de tête dabeşkirin. Ev bûyer bandoreke neyînî ya bivê nevê li ser civaka kurd dihêle. Ji bo van sedeman di hêla berhemên nivîskî de paşdemayînek berbiçav e. Her wekî ku tê zanîn roman, cureyeke edebiyata nûjen e. Yekemîn mînaka vê cûreyê Don Kîşota Cervantes e ku ew jî di serdema 17mîn de li Spanyayê hatiye nivîsîn. Kurdan jî li ser vê cûreyê di dawiya çaryeka yekemîn a serdema 20emîn de berheman nivîsîne. Hejmara vana ne ku zêde ye. Sedem helbet diyar e: Gelekî di nav 4 dewletan de hatiye dabeşkirin, ji vî gelê jî bi milyonan penaber. Û pê re jî di qada perwerdehiyê de nînbûna zimanê Kurdî. Di sedemên qelsmayîna edebiyata gelê kurd de çend sedem ev in. Li berê jî hinek sedemên din. Lê helbet ev astengiyên ku em behs dikin yekcar pêşî li edebiyatnasan negirt ku di vê qadê de berhemên serkeftî

Xwendinek Li Ser Leqatê

Leqat, Receb Dildar, Dara Romana Receb Dildarî, ji 7 beşan pêk dihê. Di her beşek de bi vebêjeriya serlehengê wê beşê behsa qewimînên derdora kesek dike. Bi qasî hejmara van beşan jî metnên şayesandinê di berhemê de cih digirin. Belê her çiqas di her beşek de serlehengek hebe jî di van heft beşan de jî bûyer li dora kesek "Hesê Karazî" diqewimin. Beşek ya Hesê bixwe ye, beşek ya jina Hesê ya ewil Fatê ye, beşek ya jina Hesê ya duyem Eyşo ye, beşek ya Cemîlê kurê Hesê ye, beşek ya Helê ya jina Cemîlê kurê Hesê ye, beşek ya Hesenê kurê Cemîlê kurê Hesenê Karazî ye, beşa dawî jî ya Cemîlê kurê Hesenê Cemîlê Hesê Karazî ye. Piçek tevlihev dixwiyê newsa? Destpêka berhemê de behsa jiyana Hesê Karazî dike. Tevlîbûna wî ya serhildana Şêx Seîd, bûyerên li ber sûrên Amedê diqewimin, jiyana wî ya ku bi revokiyê derbas dibe. Di beşa duyem de bi çavê jina Hesê ya pêşîn 'Fatê' bûyerên ku li derdora wan diqewimin radixe ber çavê me. Beşa sêyem de vêca jina Hesê ya duye
Wehşê Di Hundirê Min De, Helîm Yûsiv, PEYWEND Helîm Yûsivî di pirtûkên xwe de metnên xwe di cih cihan de bi awayekî efsûnî dihonînê. Di vê pirtûka xwe de jî ji heman rêbazê sûd werdigre. Di destpêka berhema xwe de behsa hinek lawirên tirsnak dike. Wek dînazor, wek wehş. Helbet ji wehşan qesda nivîskêr fikr û ramanên ku ne li gor yên pergala serdest in. Serlehengê pirtûka xwe Salar li pêşberî peykerê serokê pergala serdest derdixe pêşberî xwendevanên xwe. Salar li pêşber vî peykerê tê dinê û bi awayekî efsûnî weke balîndeyek dirinde bi bask dibe û difire. Ev peyker tim û tim dê weke leîtmotîvek bête bikaranîn. Salar dê tim pêrgî vî peykerê bê û dê tim tirs û xofek têkeve dilê wî. Di biçûktiya xwe de Salar bi saya mamosteyê xwe Alan, bi wehşê di hundirê xwe de dihesê. Wehş ango fikr û nêrînên xeternak. Cihê ku lê bûyer diqewimin cihekî bi wehşan mişt e. Li her deverê wehş hene û yên van wehşan li dijî hebûna xwe wek xeternakek dibînin hene. Girtin, binçavk

Ez Çi Dibêjim?

Xwediyê nêrînên qedexekirî me. Ji rojevê îlhamek stendine û li dora min konê xwe vegirtine. Ha min binivîse, ha min binivîse! Dest davêjim kîjanê di destê min de dimînin. Ya din, ya din, ya din...hemû lê hemû! Çi binivîsim nizanim. Ya baş ez behsa qiranga hemberî xwe bikim. Qirangek li ser dara hemberî min veniştiye. Ya baş ez wê binivîsim. Hebûn û tunebûna wê bi berjewendiyên çi kesek re têkildar nîn e. Dibe ku birçî be, dibe ku dicemide jî. Êê çi bû? Dev jê berde, çi tiştek nebû. Ez dibêjim tu jî dibînî. Bi lez û bez êrîş dikin ser xwarinan, ser kinc û midasan. Lîmîta kartê wan serbestiyeke berfireh dide wan. Ji wî ya, ji wana, ji... Ez dikarim hemûyan bistînim lê hemûyan. Ji bo ku xwediyê lîmîteke berfireh in xwe wek xwediyê, biborîne "xweda"yê wan nî'metan dibînin. Çavkaniya hêza wan diyar e: Bes û bes lîmîta kartê wan! Nacemidin, birçî nabin bê derd û bê kul in. Pêdiviya wan bi çi tiştek nîn e. Lewra bi lîmîta xwe ya berfireh ji xwe re bihûştek ava kirine. Di x

Mirov, Cemîl Merîç

Çi ecêb e ev mirov. Dimeşe, dipeyive û janê dikişîne. 70 kîlo ye. Derbarê xwe û hawîrdora xwe de çi tiştek nizane. Wek makîneyeka janê ye. Bendê wî di destê hinekên din de ye. Robotek zexel û evdalok. Kêfa wî ji çi re tê nayê zanîn.Ya bêdawî xeyal û qabîliyeta wî ye. Qefeseke ji goşt û tê de riheke di bêçaretiyê de digevize. Laş erebe, hiş erebewan. Lê çavê erebewan girêdayî ye, hesp in yên ku ji erebeyê re hukm dikin. Bûda mafdar e: Bo ku mirov hebê divê mirov tune bibê, parçe dê bigihîjin tevahiyê ku ev hesret dawî bibe. Tevahiya musîkiyê, tevahiya helbestê, tevahiya evînê, ev xirarek hestî, ev bedena serhildêr, ev metirsiyên evdalkî dê çi bibin. Kî dizanê dê çi bibin? Qeder tim rolên ku mirov naleyîze bar dike pişta mirovan û difîkîne. Çepik jî yên sextekara ne. Cemîl Merîç, Jurnal.

Ez kî me?

1. Di sala 1989an de li Gundê Kurdmeydanê hatime dinê. Bi eslê xwe ji Hezraza Farqînê me. Lê niha êdî em bûne niştecihên Deşta Mûşê. Gundiyek dera hanê me. Li gund dijîm. 2.Di Zanîngeha Mûş Alparslanê de xwendevanênê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî me. Di asta lîsansê de ev beşa min ya duyem e ku dixwînim. Ya ewil mamostetiya agahiyên civakî. 3.Xwendinên min li ser ziman in. Zimanzan nîn im lê zimanhezek im. Ji xwendinê hez dikim. 4. Ezeb im. Ango di mal de mame. Çima nazewicim? Nizanim, min pereyê qelena wê keçikê da pirtûkan. Niha bo berhevkirina qelenên wê pere kom dikim. 5. Ev ziman bo min wek amûreke lêdanê nîn e, amûreke xweîfadekirinê ye. Weke çûkek, weke keweka gozel bi zimanê xwe distrêm. 6. Partiyeke min nîn e. Ji siloganan aciz im. Têkiliyên min yên bi mirovan re piçek qels in. Ewqas bes e ne? Hekena bipirse...

Santîago De Compostela / Ferhad Pîrbal

Santîago De Compestela Ferhad Pîrbal 1. Di serê romanê de bi navê Gulnoş keçek heye. Ev keç birayê xwe perwerde dike hunera rismê pê dide hezkirin. Di çend cihan de serlehengê me Dara behsa Gulnoşê dike. Gulnoş jî weke hemûyê malbata Dara di Komkujiya Helepçeyê de jiyana xwe ji dest daye. 2. Dara resamek serkeftî ye. Ji welatê xwe (Kurdistana Başûr, Helebçe) koçber dibe û diçe Ewropayê. Li Ewropayê jî tim û tim li pey gerînekê ye. Gerîna çi? Gerîna yarek, gerîna welatek... 3. Di çend cihên pirtûkê de çend heb guftûgo hene. Yên di navbera Dara û Lalo de, yên di navbera Dara û hevalên wî yên kurd de. Dara di van deran de jî li pey gerînekê ye. Dema ku behsa Santîago dike hevalêd wî henekan pê dikin. Lewra bo navçeyeke zor biçûk dev ji Parîsê berdide. 4. Dara bi awayekî efsûnî dibe dildarê keçikeke Spanyolî ya bi navê Venus. Kî ye ev Venus, li kuderê hevdû dibînin, dû re çima wenda dibe.? Heta dawiya pirtûkê wek xwendevanek li pey zelalkirina van pirsan bûm, lê bêbersiv man. 5.