Ana içeriğe atla

Mirov, Cemîl Merîç

Çi ecêb e ev mirov. Dimeşe, dipeyive û janê dikişîne. 70 kîlo ye. Derbarê xwe û hawîrdora xwe de çi tiştek nizane. Wek makîneyeka janê ye. Bendê wî di destê hinekên din de ye. Robotek zexel û evdalok. Kêfa wî ji çi re tê nayê zanîn.Ya bêdawî xeyal û qabîliyeta wî ye. Qefeseke ji goşt û tê de riheke di bêçaretiyê de digevize. Laş erebe, hiş erebewan. Lê çavê erebewan girêdayî ye, hesp in yên ku ji erebeyê re hukm dikin. Bûda mafdar e: Bo ku mirov hebê divê mirov tune bibê, parçe dê bigihîjin tevahiyê ku ev hesret dawî bibe. Tevahiya musîkiyê, tevahiya helbestê, tevahiya evînê, ev xirarek hestî, ev bedena serhildêr, ev metirsiyên evdalkî dê çi bibin. Kî dizanê dê çi bibin? Qeder tim rolên ku mirov naleyîze bar dike pişta mirovan û difîkîne. Çepik jî yên sextekara ne.


Cemîl Merîç, Jurnal.



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

BÎR, Nûdem Hezex

BÎR ll Nûdem Hezex Bîr, Nûdem Hezex, Weşanên Dara, 2018, Stenbol Berîya xwendina vê romanê bawerîyeke bi vî hawê di min da hebû: Gelo çima paranîya romanên me welê di cara ewilîn da xwe didin dest. Çima tehm û çêja xwe ji xwendina duyem, sêyem ra jî nahêlin.  Çima dû xwendina cara yekemîn da nabêjin, "xwendevanê ezîz, biborîne lê, ez dê te piçek biwestînim, ez şikeftek im, şikefteke bê ser û ber. Û kesê di vê şikeftê da dest bi rêwîtîyekê bike, divê cara ewil zanibe ez, xewleyên xwe wusa di rêwîtîya yekem da dîyar nakim. Bo ku tu bi her awayî bi xwazî min nas bikî, divê çend carên din jî li min vegerî!" Belê, me vî dixwest. Bextîyar Elî her sax be, ew bi şêweya vegotina xwe vê daxwaza me piçek bicih tîne. Di dersa Edebiyata Nûjen da û di koma me ya xwendinê da li gor lîsteyeke pirtûkan em xwendinan dikin. Di van lîsteyan da yek Êvara Perwaneyê, yek jî Bîr, xwe bi me du caran dane xwendin. Û divê carek, du carên din jî em bixwînin. Da ku bi tevahîya metnan têbigihîji...

Ez kî me?

1. Di sala 1989an de li Gundê Kurdmeydanê hatime dinê. Bi eslê xwe ji Hezraza Farqînê me. Lê niha êdî em bûne niştecihên Deşta Mûşê. Gundiyek dera hanê me. Li gund dijîm. 2.Di Zanîngeha Mûş Alparslanê de xwendevanênê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî me. Di asta lîsansê de ev beşa min ya duyem e ku dixwînim. Ya ewil mamostetiya agahiyên civakî. 3.Xwendinên min li ser ziman in. Zimanzan nîn im lê zimanhezek im. Ji xwendinê hez dikim. 4. Ezeb im. Ango di mal de mame. Çima nazewicim? Nizanim, min pereyê qelena wê keçikê da pirtûkan. Niha bo berhevkirina qelenên wê pere kom dikim. 5. Ev ziman bo min wek amûreke lêdanê nîn e, amûreke xweîfadekirinê ye. Weke çûkek, weke keweka gozel bi zimanê xwe distrêm. 6. Partiyeke min nîn e. Ji siloganan aciz im. Têkiliyên min yên bi mirovan re piçek qels in. Ewqas bes e ne? Hekena bipirse...

Santîago De Compostela / Ferhad Pîrbal

Santîago De Compestela Ferhad Pîrbal 1. Di serê romanê de bi navê Gulnoş keçek heye. Ev keç birayê xwe perwerde dike hunera rismê pê dide hezkirin. Di çend cihan de serlehengê me Dara behsa Gulnoşê dike. Gulnoş jî weke hemûyê malbata Dara di Komkujiya Helepçeyê de jiyana xwe ji dest daye. 2. Dara resamek serkeftî ye. Ji welatê xwe (Kurdistana Başûr, Helebçe) koçber dibe û diçe Ewropayê. Li Ewropayê jî tim û tim li pey gerînekê ye. Gerîna çi? Gerîna yarek, gerîna welatek... 3. Di çend cihên pirtûkê de çend heb guftûgo hene. Yên di navbera Dara û Lalo de, yên di navbera Dara û hevalên wî yên kurd de. Dara di van deran de jî li pey gerînekê ye. Dema ku behsa Santîago dike hevalêd wî henekan pê dikin. Lewra bo navçeyeke zor biçûk dev ji Parîsê berdide. 4. Dara bi awayekî efsûnî dibe dildarê keçikeke Spanyolî ya bi navê Venus. Kî ye ev Venus, li kuderê hevdû dibînin, dû re çima wenda dibe.? Heta dawiya pirtûkê wek xwendevanek li pey zelalkirina van pirsan bûm, lê bêbersiv man. 5. ...