Xadim, Selahattin Bulut (Çîrok) Avesta, Çapa Yekem 2008, Stenbol
Kurte
Jêhat ji girtîgehê derdikeve û mala wî bi kêf û coş li benda wî ne. Di 25 saliya xwe de ketiye hundir, 35 saliya xwe de jî derdikeve. Dayika wî Berfê, bavê wî Xelîl li benda Jêhat in ku ji Bihara cîrana wan re herê bike û wî bizewicînin. Lê nabe. Çi dikin nabe. Jêhat herê nake. Ew nizanin çi bi Jêhat hatiye. Axir Jêhat diçe Stenbolê û bi pêşniyara hevalê xwe bo texawiyê diçe nexweşxaneya ermeniyan. Helbet nexweşîneke Jêhat heye. Di girtîgehê de pêrgî miemeleyên zor nebaş hatiye. Wî ji mêraniya wî de xistine. Yek bi yek ji bijîşk re dibêje, bijîşk dermanek pêşniyar dike, Jêhat wî dermanî diceribîne lê nabe. Bi ser nakeve. Û li vê derê xilas dibe.
Vebêjer
Kesê sêyem
Dem
Dem bi awayekî kronolojîk diherike. Nivîskar, mudaxaleya dema ku rêzkî diherike nekiriye. Wek sal diyar nebê jî, behsa darbeyek tête kirin. Lê wek demsal diyar e, dema ku derdikevin derve paltoyên stûr li xwe dikin... berfek dibare...
Mekan
Cihê qewimîna bûyerê bajarek kurda ye lê, ev bajar ne diyar e ku kudere. Behsa niştecihên bajêr tête kirin. Nêzikî milyonek niştecihên vî bajarî hene.
Leheng
Jêhat (serleheng), Xelîl Beg, Berfê, Bihar, Avşa, Dara, Robar, Hesen, Sebro, Gulçîn.
Temaya Sereke
Di vê çîroka dirêj de li ser derûniya mirovek tetê sekinandin. Nexweşîna xwe ya ku di nav civakê de wek şermek tête dîtin ji hemûyê kesan vedişêre. Ew, çi difikire debarê vê nexweşînê de, çima ji nas û xizmên xwe vedişêre, çi dikişîne. Civak birîna wî lê derman nake, tenê bi ser wî de tê, civak bi xwe jî nexweşînek e.
Ayetullah Badikî, 02.03.2019
Yorumlar
Yorum Gönder