Ana içeriğe atla

Qîza Bavê Xwe ll BAHOZ BARAN


Qîza Bavê Xwe, Bahoz Baran, Wardoz, 2019, Stenbol


Ev berhem ji 14 çîrokan pêk dihê.


*Gelo Mela Çima Mir

Li malekê mêvanek behsa çîroka melayek kirîye, lê ev çîrok nivco maye. Ji zarok ra jî bûye ehd divê hîn bike dawîyê. Tê ji mamoste dipirse, ji mamoste ra jî dibe ehd. Lê ew jî xwe nagihîne encamê. Dawîyê da encam bi nameyek tê ber dest lê êdî naxwaze hîn bibe. Wisa dihêle.

*Hezar Carî Hela

Nesredîn teredînek e. Xaloyek li kamyona xwe siwar dike û wî piçek bi tevgerên xwe yên dînîtîyê diwestîne.

*Kenê Bêtore

Lehengê çîroka me li pey keçikekê ye. Şerta yekemîn ew e ku divê ev keçik bi kenê xwe di dilê lehengê me da cih bigire. Axir dibîne yek welê lê demek tê êdî ev ken dibe belaya serê wan.

*Mela Şekir

Melayê me li gundê xwe melatîyê dike. Lê rojek dewlet digre ser, dibe hinek tehdeyî li wî dike. Ew jî sond dixwe wek ku heta hetayê zirarê bide sebeban. Axir bi ya xwe dike.


*Xaltîya Eyşo

"Xaltîya Eyşo çi kes bû? Reîsa beledîyeyê bû? Na. Mebûs bû? Na. Ji malmezinan bû? Na. Gula çarşîya biçûk, bûka çarşîya mezin bû Xaltîya Eyşo. "
"Ew xaltîya her kesî bû. Xaltîya yarî û henekan bû, xaltîya gotinên tirş û tehl bû. Xaltîya li ber dilê xelkê bû."
Xaltîya Eyşo li kuçeyên Licê bi dilê xwe digeriya û ji tûrikê xwe gotinan li derdora xwe belav dikir.


*Nîvco

Ev çîrok çîroka nîvcoyekî ye. Dest davêje çi, nikare bibe serî û ew kar di nîvî da dimîne.


*Xezeb

Ev çîrok jî ya melayekî ye. Melayek wek ji melayên di Mêrê Avis a Helîm Yusiv da. Xwedî xesletên xirab. Ev mela nabe xwedî zarok, bi yeka din ra jî dizewice lê axir tê derdixe ku kêmasî di wî da ye. Axir ji qehran dimre, du jinan li çola Xwedê dihêle.


*Carna Mirov Doza Tiştên Nebaş Jî Dike

"Bedewî bela serê mirovî ye" gidî. Keçikeke bedew e lehenga me. Her roj tên ji bonê. Lê ew kesê nake. Bi navê Mistê bi yekî ra dizewice. Mistê araqxwirek e. Li jina xwe tehdeyî nake. Jinik ji araqa wî aciz e. Lê rojek tê, seva vexwarina araqê dikeve ber destê bijîşkan. Çare ew e ku dê xwe ji araq û cixareyê biparêze. Welê jî dike. Lê ku dev ji vana berdide tehdeyî li jina xwe dike. Bêaqûbet dibe. Jinik êdî ber xwe nade û jê dixwaze ku piçek vexwe. Ev jî dibe doza tiştên nebaş.


*Dolmîşa Xalê Miheme

Xalê Miheme ajokarek î bi ser pozê xwe ra ye. Ew bi ajokarîya xwe navdar e li herêmê. Lê pirsgirêkên wî bi dewletê ra hene. Ehlîyeta wî nîn e, naxwaze bistîne jî. Ceza li ceza lê dibirin lê ew dîsa ji ya xwe nayê xwarê. Heta pîr dibe, çavê wî ji erka xwe da dikevin ev vî karê bi hezkirin dike.


*Baş e Ku Dêya Min Neçûye Mektebê

Li derdora wî yên ku dixwînin ji zimanê xwe dibin, dibin biyanîyê zimanê xwe. Yên ku ji wan xwendeyan zêde dibin bi zimanê xwe nizanin. Lê diya wî nexwendî ye. Tirkîya wê nîn e. Bo wê sedemê jî ew, bi zimanê xwe mezin dibe. Baş e ku dêya min nexwendîye dibêje.


*Şahevîn

Ev çîrok, li qûntara Çîyayê Andokê çîroka du evîndara ye: Bilbilo û Gulê. Yek rojek jî ji hevdû naxeyîdin, yek rojek xwe jê bê pevşabûn derbas nakin. Ev çîroka wan e.


*Mektûba Gorbaçovî

Li Licê zilamek, xwedîyê kurekî ye. Bes kurek. Lê ev kur jî lêdixe derdikeve çîyê. Bav dide dû heya Mexmûrê diçe. Solixa wî li wan derna dike. Ji berpirsiyaran kurê xwe dixwaze. Kurê wî seva nexweşîna xwe, li wê derê bi yekê re zewicî ye û bûye xwedî zarok. Ji Mele Elî ra ji viya xweştir xeber hebû gelo?


*Qîza Bavê Xwe

Keçeke ji eşîran. Ji hezkirîyê xwe hinek tişt dixwaze. Ev bar ji wan ra giran têt. Axir xort, ji canê xwe dibeze. Dev jê berdide. Dikeve dû yeka din. Dawîyê da hîn dike ku ev şebekeyek in û xwîna belangazan dimijin. Heta ew bi vê yekê dihese piçek jî dereng dibe.


*Xîreta Gundîyan

Mamosteyek... Li gundekî hatîye wezîfedarkirin. Dê biçe gund. Lê berîya çûyînê derbarê wî gundî da qet tiştinê xweş nabihîze. Ew diçe. Bi çavê xwe dibîne bêtivdîrîya wan. Naxwaze li wê bimîne. Havîn dibe diçe derve vedigere gund dîsa. Lê çi bibîne. Di cihê gundê berê de çi şopek nemaye. Gund yekser guherî ye. Paqij, hevdayî, li hevdû. Ev ecêb dimîne. Kêfa wî ji vê re tê. Qey dibêje heşa wan hatî serê wan.Lê dû re hîn dike ku rastî ne ev e. Ew dê bendavek li wê derê bête avakirin. Û li gor hevdana gund, xaniyê te duqat be, li baxçeyên te dar hebin û nizinim çi û çi, dê pereyekî baş bidin wan. Sedema guherîna gund jî ev yek bî.
....
Nivîskar di vê berhema xwe da li gor qaîdeyên pirtûka rastnivîsa ku ji Weqfa Mezopotamyayê derketîye nivîsîye. Paşdaçekên da/ra bi kar anîye. Û berîya "y"yê jî 'î'yê bi kar anîye.


Ayetullah Badikî, 18.03.2019

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Şikefta Platon û Mirovên Vê Qirnê

 Di medyaya civakî de hesabê jin û mêrekî dişopînim. Ev jin û mêr berî çend salan niştecihên Stenbolê bûne. Li wê derê mûçeyekî wan yê baş hebûye. Ne pere lê di jiyana xwe de bi kêmasiya tiştekî hesiyane. Pir fikirîne û di dawiyê de wê kêmasiyê ferq kirine: AX!  ( Min sûretê ev pîvokên xweşik çend sal berê ji gund girtine.) Erê ezbenî ax! Ev ne kêmasiyek e gelo? Binihêre mirovên di bajaran de dijîn tenê û tenê dema dimrin bi germahiya axê têdigihîjin. Lê ezbenî, ev nayê guhertin, ev qedera wan e gelo? Helbet tê guhertin. Tenê piçek bawerî hebê pir bi rehetî tê guhertin.  Alegoriya şikefta Platon bide bîra xwe. Mirovên di wê şikeftê de beriya ku derkevin derve ji sihên ku ji derva de dixwiyan jî ditirsiyan newsa? Lê dû re çawa bû? Yek rabû zincîran şikand û bi rojê re, bi dinyaya derve re hevrû bû. Piştî wê demê êdî tirsek nema di dilê wan de. Ez mirovên bajaran ku di nava çar dîwaran de dijîn dişibînim mirovên şikefta Platon. (bnr: youtu.be/RmBizVdmp68?si… ) Ev jin û mêrê ku min li ser

BÎR, Nûdem Hezex

BÎR ll Nûdem Hezex Bîr, Nûdem Hezex, Weşanên Dara, 2018, Stenbol Berîya xwendina vê romanê bawerîyeke bi vî hawê di min da hebû: Gelo çima paranîya romanên me welê di cara ewilîn da xwe didin dest. Çima tehm û çêja xwe ji xwendina duyem, sêyem ra jî nahêlin.  Çima dû xwendina cara yekemîn da nabêjin, "xwendevanê ezîz, biborîne lê, ez dê te piçek biwestînim, ez şikeftek im, şikefteke bê ser û ber. Û kesê di vê şikeftê da dest bi rêwîtîyekê bike, divê cara ewil zanibe ez, xewleyên xwe wusa di rêwîtîya yekem da dîyar nakim. Bo ku tu bi her awayî bi xwazî min nas bikî, divê çend carên din jî li min vegerî!" Belê, me vî dixwest. Bextîyar Elî her sax be, ew bi şêweya vegotina xwe vê daxwaza me piçek bicih tîne. Di dersa Edebiyata Nûjen da û di koma me ya xwendinê da li gor lîsteyeke pirtûkan em xwendinan dikin. Di van lîsteyan da yek Êvara Perwaneyê, yek jî Bîr, xwe bi me du caran dane xwendin. Û divê carek, du carên din jî em bixwînin. Da ku bi tevahîya metnan têbigihîji

Ez kî me?

1. Di sala 1989an de li Gundê Kurdmeydanê hatime dinê. Bi eslê xwe ji Hezraza Farqînê me. Lê niha êdî em bûne niştecihên Deşta Mûşê. Gundiyek dera hanê me. Li gund dijîm. 2.Di Zanîngeha Mûş Alparslanê de xwendevanênê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî me. Di asta lîsansê de ev beşa min ya duyem e ku dixwînim. Ya ewil mamostetiya agahiyên civakî. 3.Xwendinên min li ser ziman in. Zimanzan nîn im lê zimanhezek im. Ji xwendinê hez dikim. 4. Ezeb im. Ango di mal de mame. Çima nazewicim? Nizanim, min pereyê qelena wê keçikê da pirtûkan. Niha bo berhevkirina qelenên wê pere kom dikim. 5. Ev ziman bo min wek amûreke lêdanê nîn e, amûreke xweîfadekirinê ye. Weke çûkek, weke keweka gozel bi zimanê xwe distrêm. 6. Partiyeke min nîn e. Ji siloganan aciz im. Têkiliyên min yên bi mirovan re piçek qels in. Ewqas bes e ne? Hekena bipirse...