Santîago De Compestela Ferhad Pîrbal
1. Di serê romanê de bi navê Gulnoş keçek heye. Ev keç birayê xwe perwerde dike hunera rismê pê dide hezkirin. Di çend cihan de serlehengê me Dara behsa Gulnoşê dike. Gulnoş jî weke hemûyê malbata Dara di Komkujiya Helepçeyê de jiyana xwe ji dest daye.
2. Dara resamek serkeftî ye. Ji welatê xwe (Kurdistana Başûr, Helebçe) koçber dibe û diçe Ewropayê. Li Ewropayê jî tim û tim li pey gerînekê ye. Gerîna çi? Gerîna yarek, gerîna welatek...
3. Di çend cihên pirtûkê de çend heb guftûgo hene. Yên di navbera Dara û Lalo de, yên di navbera Dara û hevalên wî yên kurd de. Dara di van deran de jî li pey gerînekê ye. Dema ku behsa Santîago dike hevalêd wî henekan pê dikin. Lewra bo navçeyeke zor biçûk dev ji Parîsê berdide.
4. Dara bi awayekî efsûnî dibe dildarê keçikeke Spanyolî ya bi navê Venus. Kî ye ev Venus, li kuderê hevdû dibînin, dû re çima wenda dibe.? Heta dawiya pirtûkê wek xwendevanek li pey zelalkirina van pirsan bûm, lê bêbersiv man.
5. Di romanê de danberheva welatê xwe û Ewropayê dike. Di mijara qîmeta hunermendan de.
6. Wê mala ku Dara diçe pirsa Venusê jê dike çima maleke welê efsûnî ye. Ev mal, mala di "Perîlî Koşk"a Omer Seyfettîn de tîne bîra mirov.
7. Di romanê de pesinandina hunerek heye. (Ressamî) Serlehengê me bi vê hunera xwe derdikeve pêşberî xwendevanan.
7. Ji aliyê bihûrîna demê de: Exleb bi rêzkî herikiye lê, di du beşan de şikênastina demê heye. Bûyer piştî Komkujiya Helepçeyê diqewimin. Di heman salan de li 4 parçeyên Kurdistanê jî kurd di bin zilm û zordariyek de ne û berê wan tim li revê ye. Reva ji zilmê.
8. Mekan tim û tim diguhere. Geh di trênê de, geh li otêlek, geh li cem hevalan. Lê tim ciheke biyanî, ji tevahiya mekanan bêhna pebaberiyek difûrê.
Pasaja ku herî zêde li xweşa min çû:
"Ez demeke dirêj a jiyana xwe li Parîsê, li xaniyekî digeriyam û xaniyek bi dest min nediket. Hinek şevan diçûm malên hevalên xwe, hinek şevan jî heta berê sibehê li meyxaneyan dimam, piraniya şevan jî li derve li qafeyan an bi meşa li ser kolanan dimam heta roj derdiket. Şevekê ji wan şevên bêkesî û bêmaliya xwe, li ser kolanekê min serê xwe hilda û li balkonekê nêrî. Min kûçikek dît, herdû destên xwe bi bistên dîwarê balkonê girtibûn û li min dinêrî. Bê mal, di wê demê de, dilê min bi min şewitî; di dilê xwe de keniyam, min ji xwe re got: " Gidî! Gava li Kurdistanê bûm, min ji balkonê li kûçikan dinêrî; niha jî li Ewropa kûçik ji balkonê li min dinêrin." rp: 102.

Yorumlar
Yorum Gönder