Ana içeriğe atla

BÎR, Nûdem Hezex


BÎR ll Nûdem Hezex

Bîr, Nûdem Hezex, Weşanên Dara, 2018, Stenbol

Berîya xwendina vê romanê bawerîyeke bi vî hawê di min da hebû: Gelo çima paranîya romanên me welê di cara ewilîn da xwe didin dest. Çima tehm û çêja xwe ji xwendina duyem, sêyem ra jî nahêlin.  Çima dû xwendina cara yekemîn da nabêjin, "xwendevanê ezîz, biborîne lê, ez dê te piçek biwestînim, ez şikeftek im, şikefteke bê ser û ber. Û kesê di vê şikeftê da dest bi rêwîtîyekê bike, divê cara ewil zanibe ez, xewleyên xwe wusa di rêwîtîya yekem da dîyar nakim. Bo ku tu bi her awayî bi xwazî min nas bikî, divê çend carên din jî li min vegerî!" Belê, me vî dixwest. Bextîyar Elî her sax be, ew bi şêweya vegotina xwe vê daxwaza me piçek bicih tîne. Di dersa Edebiyata Nûjen da û di koma me ya xwendinê da li gor lîsteyeke pirtûkan em xwendinan dikin. Di van lîsteyan da yek Êvara Perwaneyê, yek jî Bîr, xwe bi me du caran dane xwendin. Û divê carek, du carên din jî em bixwînin. Da ku bi tevahîya metnan têbigihîjin. Helbet berhem bes bi van taybetîyên xwe bi qîmet nabin. Di vir da em behsa tiştekî din dikin. Belê vêca em vegerin ser metna xwe...

BÎR....

Berîya xwendina berhemê, ewilî carek rûpelan diqelêbî. Wek serenav, hîn nivîsên bi pûntoyên mezin derdikevin pêşberî te. CAM dibêje, LÎ dibêje, LA dibêje...ev çiye dibêjî. Û bi kelecan li rûpela serî vedigerî.
Dixwînî... dixwînî...dixwînî... Na, tiştek tênagihîjî. Çi dibêje, dibêjî. Bi van pirsan dawî li pirtûkê tînî. Di dawîyê da piçek bi peyamê têdigihîjî. Lê na, nabe ku bêjî temam, min ev pirtûk xwend. Te xwend, rast e, lê te çi jê fêmkir? Peyam, dem, leheng.. Tu dikarî çi bibêjî? Kêm tiştek. Vedigerî, dîsa ji rûpela serî da bi sebr dixwînî. Vê carê, "haaa dibêjî...min fêmkir!" lê helbet dîsa bi tevahî na. Li dû du xwendinan ez dê piçek tiştan bi we ra parve bikim, bi destûra we..


Kurte

Serlehengê me Aras, kurê Mamoste Elî. Lî yê di dawîyê da dibe Elî! Li bajarekî tirkan zanîngehê dixwîne. Têkilîyên navbera wî û bavê wî da sînordarkirî ne. Ji zimanê bavê xwe aciz e, ango ji zimanê Kurdî aciz e. Bavê xwe tim bi vî zimanê ku (ne hedê me ye em vê hevoka xwe bê 'ku'yê saz bikin!) naxwaze bibihîze bi bîr tîne. Tim û tim dîya wî bi telafona bavê li kurê xwe Aras digere. Lê rojek tê, dîya wî bi telefona xwe li Aras digere. Aras ecêb dimîne. Vedike telefonê, di telefonê da dayîka wî hîn tiştan dibêje, ..bav..qrîz... nexweşxane. Aras bi lez vedigere welêt lê bavê wî çûye ser dilovanîya xwe. Bo ketina Hezexê qedexe ye, bavê wî li gundekî din binax dikin. Aras ji wê derê vedigere Hezexê û li otêlek ji xwe ra cihek razanê peyda dike. Karmendên ber derê otêlê nizanim kî û kî. Kê dibîne bavê wî nas dikin. Di wê derê da li xwe mikûr tê, "hemû kes bavê min nasdikin lê, ez bavê xwe nas nakim!" Dû ra li pey şopa bavê xwe digere. Ew, êdî wek berê, ji zimanê bavê xwe naqehire. Dixwaze xwe nas bike, zimanê xwe fêr bibe. Û dibêje ez dê di 4 salan da zimanê bavê xwe fêr bibim. Vedigere bajêrê lê zanîngeh dixwîne. Bi hezkiriya xwe Sarayê ra jî vê daxwaza xwe parve dike. Û li ser rêya computerê di 4 salan da ji Aylayê zimanê bavê xwe fêr dibe. Tu ê niha bêjî, ev Ayla kî ye? Ayla, qasî em têdigihîjin, hezkirîyeka Mamoste Elî ye. Tirk e û zimanê Kurdî, ji Elî fêr bûye. Ayla ji Elî, Aras jî ji Aylayê zimanê bavê xwe fêr dibe. Dawîyê êdî Arasê ji Mersînê çûye, Arasê seva zimanê bavê xwe ku ji bavê xwe qehirîbû çûye, Arasê ji Hezexê hatîye, Arasê zimanê xwe fêrbûyî hatîye, Arasê li eslê xwe vegerîye hatîye. Roman jî bi vî awayî dawî dibe.

Leheng

Aras (serleheng) Sara, Ayla, Mamoste Elî, Behlûl, Îdrîs, Fexrî

Dem

Dem wek rêzkî naherike. Di bihûrîna demê da tevlîhevîyek heye. Bi pêş û paş da havêtinan bi bihûrîna demê dilîze nivîskar. Wek sal, wek meh, wek roj demekî dîyarkirî nîn e.

Mekan

Di romanê da mekaneke stabîl nîn e. Lehengê me li pey xwe ye. Exlebê wî di navbera Aydin û Hezexê da di rêwîtîyek da ye.

Vebêjer

Di romanê da nivîskar erka vebêjerîyê bes barî ser milê kesek nekirîye. Di hîn beşan da bi forma "tu/te" yê da, di hîn beşan da jî bi devê kesê sêyem bûyer têne vegotin.
Bi forma "tu" :
"Tu bîstsalî bûyî lê hê zarok bûyî, saf bûyî, te hê ti ders ji jîyanê negirtibûn."r.37

Têkiliyên Navmetnanî

Nivîskar ji mîtolojiya Sumerîyan, behsa xwedawendê Enlîl û Enkî dike. Dû re di çend cihan da balê dikişîne ser çîroka Kurikê Bigulî û Keçika Bikezî dike. Di navbera berhema xwe û van van berheman da têkilîyekê datîne.

Têkilîyên Navmedyayî

Di romanê da nivîskar di serî da ji muzîkê ji gelek medyayan sûd wergirtîye. Wek çello, gîtar, keman, def, dahol, seqsefon, borozan, qlarnet, ûd, cimbiş...

Hêmanên Folklorîk

Nivîskar wek motîfek ji jimaran sûd wergirtîye. Di çanda kurdan da jimara sisê, çar û jimara heftan xwedî cihekî taybet e. Di gelek destan û çîrokên Kurdî da jî wek formelek ev jimar derbas dibin.
"Bi sê makên rengan...bi sê dengan..."r.16
"Çar sal, çar heyv, çar roj..."r.105
"....heft qetê...heft  grêk...."r.59
"....heft dilan..."r.85
"....heft reng..."r.105


Leîtmotîf

Di romanê da wek têgeheke tim tê dûbarekirin (herî kêm di 100 cihan da) peyva "bîr"ê bixwe ye. Weke ku tê zanîn peyva bîrê di du wateyan da tête bikaranîn. Yek di wateya çahla avê da, yek jî di wateya hiş da. Berevajîyê "bîr"a di Bîra Qederê da di vê metnê da bîr, di wateya hiş da hatîye bikaranîn. Weke din cam, weke metaforek derbas dibe.

Metafiction

Di romanê da çîroka nîvîsîna çîrokê jî heye. Ev roman wek romanek çawa tête nivîsin em ji metnê têdigihîjin.

......


Ev roman, romana kesên zimanê xwe, çanda xwe, axa xwe jibîrkirîya ye. Kî nin ev, ez im, ew e, tu yî?
Wek gotina dawî, dema tu cara diduyan dixwînî û xilas dikî, dibêjî, "ev berhem layiqê Xelata Wêjeyê Ya Ehmedê Xanî ye. Di derekê da lehengê me diçe ser gora Mem û Zînê jî. Ev wek silavek ji Xanî û peyama wî ra tête dîtin. Çi dikê serlehengê me, dema zimanê xwe fêr dibe, dibêje ez êdî Mêrsînî nîn im, Hezexî me, Hezexî!


Ayetullah Badikî

13.04.2019
Mûş




Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Şikefta Platon û Mirovên Vê Qirnê

 Di medyaya civakî de hesabê jin û mêrekî dişopînim. Ev jin û mêr berî çend salan niştecihên Stenbolê bûne. Li wê derê mûçeyekî wan yê baş hebûye. Ne pere lê di jiyana xwe de bi kêmasiya tiştekî hesiyane. Pir fikirîne û di dawiyê de wê kêmasiyê ferq kirine: AX!  ( Min sûretê ev pîvokên xweşik çend sal berê ji gund girtine.) Erê ezbenî ax! Ev ne kêmasiyek e gelo? Binihêre mirovên di bajaran de dijîn tenê û tenê dema dimrin bi germahiya axê têdigihîjin. Lê ezbenî, ev nayê guhertin, ev qedera wan e gelo? Helbet tê guhertin. Tenê piçek bawerî hebê pir bi rehetî tê guhertin.  Alegoriya şikefta Platon bide bîra xwe. Mirovên di wê şikeftê de beriya ku derkevin derve ji sihên ku ji derva de dixwiyan jî ditirsiyan newsa? Lê dû re çawa bû? Yek rabû zincîran şikand û bi rojê re, bi dinyaya derve re hevrû bû. Piştî wê demê êdî tirsek nema di dilê wan de. Ez mirovên bajaran ku di nava çar dîwaran de dijîn dişibînim mirovên şikefta Platon. (bnr: youtu.be/RmBizVdmp68?si… ) Ev jin û mêrê ku min li ser

Sêsilê, Abdullah Kaya

Sêsilê, Abdullah Kaya, Avesta Di romanên Kurdî yên ewilîn û niha de temayên herî zêde derdikevin pêşberî me, evînên bêmiraz in, zordariyên axa û began in, mijarên netewî ne, dozên xwînê ne.  Di Sêsilêyê de jî temaya sereke, yek dozeke xwînê ye û pê re jî evîn e. Vêca bi honandineke balkêş û kêm ceribandî. Romana me navê xwe ji serlehengê xwe Sêsilê digire. Sêsilê çawakî navek e. Navê lehengê me Silêman, bi awayê kurt Silê ye. Ji ber jêhatîbûna wî ya bi nav û deng jî jê re Sêsilê ango Silêmanê bi qasî sê kesan jêhatî. Di destpêka romanê de behsa niqaşên du gundan tête kirin. Dozeke xwînê ku ji sedema çend heb kevokan derdikeve û di dawiyê de jî dibe sedema kuştina du kesan û koçberbûyîna malek. Sêsilê ji bo ku bi birayê xwe re ji xwîniyên xwe yekî dikujin dikeve girtîgehê û 10 sal ceza tête birîn.  Romana me ji du layan diherike, li aliyê din jî ji gundê Rindika em piçek behsa Dilşayê bikin. Dilşa keçeke xweşik, bi bejn û bal e. Keçeke xama ye Dilşa lê, ji bo kesên ku ji bo