Ana içeriğe atla

Xwendinek Li Ser Leqatê


Leqat, Receb Dildar, Dara

Romana Receb Dildarî, ji 7 beşan pêk dihê. Di her beşek de bi vebêjeriya serlehengê wê beşê behsa qewimînên derdora kesek dike. Bi qasî hejmara van beşan jî metnên şayesandinê di berhemê de cih digirin. Belê her çiqas di her beşek de serlehengek hebe jî di van heft beşan de jî bûyer li dora kesek "Hesê Karazî" diqewimin. Beşek ya Hesê bixwe ye, beşek ya jina Hesê ya ewil Fatê ye, beşek ya jina Hesê ya duyem Eyşo ye, beşek ya Cemîlê kurê Hesê ye, beşek ya Helê ya jina Cemîlê kurê Hesê ye, beşek ya Hesenê kurê Cemîlê kurê Hesenê Karazî ye, beşa dawî jî ya Cemîlê kurê Hesenê Cemîlê Hesê Karazî ye. Piçek tevlihev dixwiyê newsa?
Destpêka berhemê de behsa jiyana Hesê Karazî dike. Tevlîbûna wî ya serhildana Şêx Seîd, bûyerên li ber sûrên Amedê diqewimin, jiyana wî ya ku bi revokiyê derbas dibe.
Di beşa duyem de bi çavê jina Hesê ya pêşîn 'Fatê' bûyerên ku li derdora wan diqewimin radixe ber çavê me.
Beşa sêyem de vêca jina Hesê ya duyem 'Eyşo' derdikeve pêşberî me. Di vê beşê de jî bi devê wê, bi çavê wê em Hesê nas dikin.
Beşa çarem de bi devê Cemîlê kurê Hesê em, li ser jiyana Hesê û malbata wî radiwestin. Hesê kî ye? Bi çavê kurê wî em piçek din, ji hîn aliyên din ve wî nas dikin.
Beşa pêncem de Helê bi çîroka xwe derdikeve pêşberî me. Helê kî ye? Helê bûka Hesê Karazî ye, ango jina Cemîlê kurê Hesê Karazî ye. Helê çima mêrê xwe, ji bo çûna bajêr qane dike. Di vê beşê de danberheva gund bajêr tête kirin.
Beşa şeşem de Hesenê kurê Cemîlê Hesê Karazî derdikeve pêşberî me. Ew jî behsa çîroka xwe dike. Di jiyana bajêr de çi li dora wan diqewimin, bûyerên siyasî yên salên 90î û sekna xwe ya li hember van bûyeran radixe ber çavê me.
Beşa heftem û dawî de ji babistîna Hesê Karazî ciwanekî nûgihîştî, şiyar, xwedî hişmend ku li pey ronîkirina dîroka xwe hewl dide derdikeve pêşberî me. Em behsa Cemîlê kurê Hesenê Cemîlê Hesê Karazî dikin.
Pirtûk ji van beşan pêk dihê. Bûyer li gundên Amedê (Karaz, Quvecix, Bedulyê, Hemraniyê) li nav Amedê bixwe û Stenbolê diqewimin.

Di pirtûkê de behsa Serhildana Şêx Seîd tête kirin. Çawa destpê dike, Hesê çawa beşdar dibe, ji bo ku beşdar dibe li serê wî çi diqewimin. Her wiha behsa jiyana gundên wê çaxê tête kirin. Behsa axayan û bandora wan ya li ser gel dike. Di çav û nezera serlehengên xwe de danberheva gund û bajaran dike.

Ji serhildana Şêx Seîd heya salên 90î. Bûyerên di bîra gel de cih girtine di vê berhemê de ji xwe re cih dibînin. Berhemeke ku îlhama wê rasterast bûyerên dîrokî û çanda gelekî ne. Heya niha di çi berhemeke Kurdî de min, şayesandinên bi qasî yên di vê berhemê de welê dirêj û serkeftî nexwendine. Di berhemê de bi dehan gotin û biwêjên ku di devê kesên wê heremê de hebûne cih digirin. Nivîskêr têkiliya di navbera lehengên xwe gel qut nekiriye. Leheng li gor rastiya gel tevdigerin. Nimêj dikin, duayên xwe dikin. Rasterast lehengên xwe bi taybetiyên gel derdixe pêşiya xwendevanên xwe.

Bi vê berhemê re, berhemeke serkeftî li ser selika edebiyata Kurdî zêde dibe. Pîroz be.

Ayetullah Badikî, 17.01.2019

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

BÎR, Nûdem Hezex

BÎR ll Nûdem Hezex Bîr, Nûdem Hezex, Weşanên Dara, 2018, Stenbol Berîya xwendina vê romanê bawerîyeke bi vî hawê di min da hebû: Gelo çima paranîya romanên me welê di cara ewilîn da xwe didin dest. Çima tehm û çêja xwe ji xwendina duyem, sêyem ra jî nahêlin.  Çima dû xwendina cara yekemîn da nabêjin, "xwendevanê ezîz, biborîne lê, ez dê te piçek biwestînim, ez şikeftek im, şikefteke bê ser û ber. Û kesê di vê şikeftê da dest bi rêwîtîyekê bike, divê cara ewil zanibe ez, xewleyên xwe wusa di rêwîtîya yekem da dîyar nakim. Bo ku tu bi her awayî bi xwazî min nas bikî, divê çend carên din jî li min vegerî!" Belê, me vî dixwest. Bextîyar Elî her sax be, ew bi şêweya vegotina xwe vê daxwaza me piçek bicih tîne. Di dersa Edebiyata Nûjen da û di koma me ya xwendinê da li gor lîsteyeke pirtûkan em xwendinan dikin. Di van lîsteyan da yek Êvara Perwaneyê, yek jî Bîr, xwe bi me du caran dane xwendin. Û divê carek, du carên din jî em bixwînin. Da ku bi tevahîya metnan têbigihîji...

Ez kî me?

1. Di sala 1989an de li Gundê Kurdmeydanê hatime dinê. Bi eslê xwe ji Hezraza Farqînê me. Lê niha êdî em bûne niştecihên Deşta Mûşê. Gundiyek dera hanê me. Li gund dijîm. 2.Di Zanîngeha Mûş Alparslanê de xwendevanênê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî me. Di asta lîsansê de ev beşa min ya duyem e ku dixwînim. Ya ewil mamostetiya agahiyên civakî. 3.Xwendinên min li ser ziman in. Zimanzan nîn im lê zimanhezek im. Ji xwendinê hez dikim. 4. Ezeb im. Ango di mal de mame. Çima nazewicim? Nizanim, min pereyê qelena wê keçikê da pirtûkan. Niha bo berhevkirina qelenên wê pere kom dikim. 5. Ev ziman bo min wek amûreke lêdanê nîn e, amûreke xweîfadekirinê ye. Weke çûkek, weke keweka gozel bi zimanê xwe distrêm. 6. Partiyeke min nîn e. Ji siloganan aciz im. Têkiliyên min yên bi mirovan re piçek qels in. Ewqas bes e ne? Hekena bipirse...

Şopajo ll Sedat Yurtdaş

Şopajo ll Sedat Yurtdaş Di destpêka pirtûka xwe de nivîskar serlehengê romana xwe Seydo, li ser zeviyek dikuje û şopajoyek naskirî dide pey şopa kujerên wî. Destpêkeke bi vî teherî romannûsa Îngilîzî Agatha Christie tîne bîra mirov. Di serê pirtûkê de yek tête kuştin, kujer nediyar in lê bo nivîskar ev ne xem e. Nivîskar karê dedektîviyê hildide ser milê xwe, xwendevanên xwe dide dû xwe û welê bûyer diherike. Di Şopajoyê de jî destpêkeke bi heman teherî heye.  Serlehengê romana me Seydo, çend sal berê ji gundê xwe koç bar kiriye ber bi bajêr de. Lê yekser destê xwe ji axa xwe naşo, doza erdê mezinên xwe dike, bi van kiryarên xwe jî axayê wê heremê Mistefa Axa aciz dike. Mistefa Axa berevajiyê malbata Seydo gelek cerdewan û alîgirên dewletê dihewîne di hundirê xwe de. Ew bi xwe jî alîgirek dewletê ye. Axir Seydo li ser zeviya wî dikujin. Dewlet xwe nagihîne çi şopek ji kujerên wî. Lê bi saya şopajoyek malbata Seydo hinek delîlan bi dest dixin. Ev delîl jî di dosyeyên ...