Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Nisan, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Keştîya Bêdeng, Yahya Kemal Beyatlı

Keştîya Bêdeng* Êdî dema bi rê ketinê hatibe ji demê Keştîyek ber bi rêyeke nedîyar radibe ji vê bendêrê Weke ku rêwîyek wê tune be bêdeng diherike Ji wê rabûnê ne desmal ne jî destek dihejike Yên li bendêrê mane ji vê gerê elemdar in Çavê wan şolî bi rojan li asoyên reş dinihêrin  Hestên neçar! Ne keştîya dawî ye ev ku diçe... Ne jî şîna dawî ye ya vî emrê bi veqetîn Dunyayê da yên hezkirî û hez dikin ji valahîyê ra li bendê ne Nizanin ku evîndarên çûne venagerin... Ji yên çûyî piranî kêfxweş in ji cihê xwe... Gelek sal derbas bûn yê vegerîyan tunene ji gera xwe ... Ji Tirkî werger: Ayetullah Badikî
Dema ez ji Mûşê derdikevim derva çavnêrîya derdora xwe dikim. Dixwazim mirovan nas bikim. Her mirovek dunyayek e. Ev di bîra min da bes wek dirûşmeke cih nagire. Lê dibînim ku mirov pir dişibin hevdû. Di hinek mijaran da heman bertekan nîşan didin. Mînak piranîya tirkan ji layê nasnameya me ya netewî da heman tiştan difikirin. Ew, me wek xwe neteweyeke xweser û xwedî maf nabînin. Pêkan nîn e ku, kurd jî wek wan neteweyek bin û weke wan xwedî hîn mafên netewî bin. Vê helwesta xwe di her cihan da bi me didin zanîn û bo yên ku bibînin ev ne tişteke veşartîye jî. Mînak dixwazî newsa? Ka sebir bike ez bibêjim. Îro li derekê di nav axaftinek da netewa min, ji min hate pirsîn. Tenê di pirsên wan da tu vê nêrîna seqet dibînî. Di dewsa ku ji te re bibêjin, "tu kurd î/Kürt müsün?", dibêjin, "kurdîtî heye/Kürdlük var mı?" Kurdîtî heye yanê çi? Yanê tu, di rastîyê da tirk î, ji me yî, ji me cûda nîn î, lê dibe, wek boçikek, wek aksesûarek tiştek din jî bi te va hebe! Lê dû ra

BÎR, Nûdem Hezex

BÎR ll Nûdem Hezex Bîr, Nûdem Hezex, Weşanên Dara, 2018, Stenbol Berîya xwendina vê romanê bawerîyeke bi vî hawê di min da hebû: Gelo çima paranîya romanên me welê di cara ewilîn da xwe didin dest. Çima tehm û çêja xwe ji xwendina duyem, sêyem ra jî nahêlin.  Çima dû xwendina cara yekemîn da nabêjin, "xwendevanê ezîz, biborîne lê, ez dê te piçek biwestînim, ez şikeftek im, şikefteke bê ser û ber. Û kesê di vê şikeftê da dest bi rêwîtîyekê bike, divê cara ewil zanibe ez, xewleyên xwe wusa di rêwîtîya yekem da dîyar nakim. Bo ku tu bi her awayî bi xwazî min nas bikî, divê çend carên din jî li min vegerî!" Belê, me vî dixwest. Bextîyar Elî her sax be, ew bi şêweya vegotina xwe vê daxwaza me piçek bicih tîne. Di dersa Edebiyata Nûjen da û di koma me ya xwendinê da li gor lîsteyeke pirtûkan em xwendinan dikin. Di van lîsteyan da yek Êvara Perwaneyê, yek jî Bîr, xwe bi me du caran dane xwendin. Û divê carek, du carên din jî em bixwînin. Da ku bi tevahîya metnan têbigihîji