Ana içeriğe atla

Îslam Îslamîzm Dewlet û Netewperweriya Kurdî / Kamal SOLEIMANI, (Wergera ji Îngîlîzî: Fexrîye Adsay, Weşenên PEYWEND


Îslam Îslamîzm Dewlet û Netewperweriya Kurdî / Kamal SOLEIMANI, (Wergera ji Îngîlîzî: Fexrîye Adsay, Weşenên PEYWEND

1. Destpêk

Ev xebat, ji nivîsên cuda pêk tê. Di vê xebata xwe de lêkolîner, mijar û temayên curbicur ên derbarê dîroka Kurdistan, dînê Îslamê û netewperweriyê de vedikole. Şexsiyetên cuda yên kurd ên dîrokî, wek Şêx Ubeydullahê Nehrî, Seîdê Kurdî/Nûrsî, Şêx Seîd, Îsmaîl Axayê Simko û rewşenbîrên kurd ên li Stenbolê ji sedsala 19emîn tên vekolandin.
Her beşek li ser mijarek radiweste û lîsteyeke çavkaniyên derbarê wê mijarê de pêşkeşî me dike. Di çend cihan de nivîskêr dubare dike ku mebesteke wî ya bi tevahî ronîkirina bûyerên dîrokî nîn e. Di serî de li ser îmaja kurd ya di diroknûsiyên fermî radiweste. Lêkolîner, hevbandoriyên di navbera kurdan û dewletê de di nav sê qonaxan de dabeş dike:
Qonaxa yekem, rehên wê di salên 1789 û 1914 de ne. Di vê navberê de guherînên siyasî û civakî yên li Îran û Tirkiyeyê diqewimin cih digirin.
Qonaxa duyem, li Tirkiyeyê wek serdema yek-partiyê.
Qonaxa sêyem jî, ji salên 1940 û 1950î heta şoreşa 1979an dewam dike. 

Di van qonaxan de bûyerên ku li derdora kurdan, di dewletên ku tê de dijîn diqewimin çi ne. Kurt kurt behsa van bûyeran dike.

2. Hizra Îslamî ya Siyasî ya Modern , "Îslamîzm" û Netewperwerî

Di vê gotarê de lêkolîner xebata xwe wuha dide nasîn: 
"Di vê gotarê de ez, li ser bandora netewperweriyê ya li ser hizra îslamî ya modern disekinim. Bi riya mînakên dîrokî nîşan didim di dawiya sedsala 19emîn, destpêka sedsala 20emîn de gotara netewperwer çawa hêdî hêdî dinizile nav şîroveyên nû yên îslamî. Di beşa duyem de jî îdia dikim ku "îslamîtî" nikare di nav sîstemeke siyasî ya ji netewe-dewletê wêdetir bifikire, terxan dikim. r.42



3. Kurd û Çêkirina "Xwetiyên Neteweyî"

Di vê gotara xwe ya ku di heman demê de di Kovara Zarema, hejmara 9an de hatiye weşandin de nivîskar li ser çend nivîsên Rojnameya Tercüman-ı Hakikat de hatine weşandin radiweste. Di van nivîsaran de di layê pêşketina civakî de danberheva kurd û ermanan tête kirin. Ecêb e ku, kurd ji ermenan pêşketîtir têne nîşandayîn. Li ser erdnîgariya kurd û ermenan niqaş û pevçûnên di navbera wan de cih digirin. 



4. Vejîneriya Îslamî û Netewperweriya Kurdî Di Dîwana Şêx  Şêx Ubeydullah De

Di vê gotara xwe de lêkolîner li ser naveroka mesnewiya ku Şêx Ubeydullah nivîsiye radiweste.
Di vê gotarê de;

Nêrînên wî yên derbarê dîn û netewa wî de cih digirin.

Li ser girîngiya perwerdekirina kurdan disekine. Di vê mijarê de osmanî û farisan tewanbar dike. Sedema paşdemayîna kurdan nîn bûna perwerdeyê ye dibêje.
Di şerê osmaniyan û rûsan de cih digire. Di wî şerê de çavnêriya durûtiya osmaniyan û ji dîn dûrmayîna wan dike.
Fikrên wî piçek dûr î dîndara ne. Danberheva dîndariya kurd, tirk, faris û ereban dike. Di nav wan de dîndariya kurdan dipesinîne.
Di serhiladana Şêx de rola osmaniyan çi ye, li hember vê serhildanê çi dikin, çawa tevdigerin, di ronahiya çavkaniyên dîrokî de van pirsan dibersivîne.

Hinek angaşt hene ku dibêjin Şêx, serhildana xwe bo pêşî lê girtina xetereya avakirina ermenan daye destpêkirin. Ango serhildana wî de bes hêmanên dînî serdest in.  Bersivên van angaştan cih digirin di gotarê de.

5. Şêxekî Kurd û Cîranên Wî Yên Xrîstiyan

Di vê beşê de jî nivîskar bi hûrgilî li ser niqaş û nêrînên li ser kesayeta Şêx Ubeydullah û raperîna wî tête sekinandin. Şêx yekî çawa ye, mebesta wî çi ye, li gor îdiaya kesên wek McDowel di raperîna wî de bandora osmaniyan hebûye. Û li gor van kesan, projeya li pêş wî rasterast ya Stenbolê bûye. Nivîskar bi delîlan dixwaze rastiya van angaştan raxe ber çavên me. 


6. Vebêjiya Dînî Ya Seîdê Nûrsî Di  Warê Neteweya Kurd De

Seîdê Kurdî û netewperwerî. Nêrînên wî yên derbarê kurdan de çi ne. Li hember Serhildana Şêx Seîd de çi kiriye, nêrînên wî yên derbarê Xelîl Xeyalî de, li hember siyasetê helwesta wî, xwestiye çi bike, çi kiriye, ji berhemên wî bi jêgirtinên balkêş rastiya Seîdek radixe ber çavên me.

7.Emilandin û Îstismarkirina Têgeha Xelîfetiyê û Şoreşa Şêx Seîd

Di vê beşê de lêkolîner, di çend layan de li ser Serhildana Şêx Seîd radiweste. Têkiliya Şêx Seîd û Xalid Begê Cibrî, Şêx Seîd, kemalîst û xelîfetî, serhildana Şêx Seîd di dîroknasiya tirkî da çawa cih digire, di qewimandin, belavbûyîn û geşedana serhildanê de niqaşên li ser şêx, têkiliya şêx bi kurdên parçeyên din re, têkiliyeke dewletên emperyalîst bi serhildanê re hebû an tunebû, serhildanê de hestên neteweyî an hestên dînî, an jî herdû  xwedî bandor bûn? Bersiva van pirsa bi jêrenoteke têr û tijî ya çavkaniyan cih digire di vê beşê de.
 
8. Hêmaya Kurd Di Dîroknasiya Dewletparêz De; Mînaka Simko

Hewldanên Simko yên bo avakirina herêmeke otonom li Rojhilata Kurdistanê û li hember hewldanên wî sekna gel, ûris û îraniyan çawa bû ye.  Jiyana Simko, xebatên wî yên li ser xala netewetiyê, di nêrîn û tevgerên wî de, cihê perwerdehiya gel çi bûye.
Di çavkaniyên îraniyan de Simko û tevgerên wî çawa cih girtine... Di naveroka vê gotarê de bi awayekî kurt mirov digihîje bersivên van pirsan. Û di dawiya vê gotarê de lîsteyeka çavkaniyên di derbarê vê mijarê de cih digire.


9. Dipeyivim; Loma Ez Adem im: Di Qur'anê de Meseleya Zimên û Bûyîna Mirov

Di vê gotarê de jî lêkolîner di çarçoveya ayetan de li ser peyva xelîfe radiweste. Û pê re jî cudakirina însan û beşerê. Însan çi ye, beşer çi ye. Ev gotar berevajiyê gotarên din mijara gotarê derveyê mijara kurd heltîne ber dest. Mijara vê gotarê, rasterast ne kurd e, ne jî Kurdî. 

.......



Me gotibû, em dê hefteyê pirtûkeke bi zimanê kurdî bixwînin.  Vê hefteyê me got em berhemeke lêkolînê bixwînin. Bi rastî bi zimanê kurdî hejmara berhemên bi vî teherî pir kêm in. Ku îdiayek me ya "zimanê me jî weke hemûyê zimanan, zimanekî nûjen e û dikare di her qadê de xîtabê gel bike" hebê divê em giraniya xwe piçek bidin berhemên 
wergerê jî. Nemaze jî berhemên bi vî şiklî ku li ser mijarên dîrokî radiwestin. Dema ku min vê berhemê xwend qedand, min got mala Xwedê ava be! Zimanê me dikarê weke hemûyê zimanên nûjen di berhemên di vê astê de, bi hevokên xwe yên fesîh xitabê gel bike. Ev destkeftiyek e bê guman! Ya kê, helbet ya kedxurên zimên. Zimanê berhemê zimanekî pir herîkbar hat ji min re. Xuyaye ku  kedek pîroz li ser vê berhemê hatiye dayîn. Em, muxataba xwe Mamoste Fexriye Adsay bo vê keda bi qîmet pîroz dikin. 



Ayetullah Badikî, 03.02.2019, Kurdmeydan, Mûş






Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Şikefta Platon û Mirovên Vê Qirnê

 Di medyaya civakî de hesabê jin û mêrekî dişopînim. Ev jin û mêr berî çend salan niştecihên Stenbolê bûne. Li wê derê mûçeyekî wan yê baş hebûye. Ne pere lê di jiyana xwe de bi kêmasiya tiştekî hesiyane. Pir fikirîne û di dawiyê de wê kêmasiyê ferq kirine: AX!  ( Min sûretê ev pîvokên xweşik çend sal berê ji gund girtine.) Erê ezbenî ax! Ev ne kêmasiyek e gelo? Binihêre mirovên di bajaran de dijîn tenê û tenê dema dimrin bi germahiya axê têdigihîjin. Lê ezbenî, ev nayê guhertin, ev qedera wan e gelo? Helbet tê guhertin. Tenê piçek bawerî hebê pir bi rehetî tê guhertin.  Alegoriya şikefta Platon bide bîra xwe. Mirovên di wê şikeftê de beriya ku derkevin derve ji sihên ku ji derva de dixwiyan jî ditirsiyan newsa? Lê dû re çawa bû? Yek rabû zincîran şikand û bi rojê re, bi dinyaya derve re hevrû bû. Piştî wê demê êdî tirsek nema di dilê wan de. Ez mirovên bajaran ku di nava çar dîwaran de dijîn dişibînim mirovên şikefta Platon. (bnr: youtu.be/RmBizVdmp68?si… ) Ev jin û mêrê ku min li ser

BÎR, Nûdem Hezex

BÎR ll Nûdem Hezex Bîr, Nûdem Hezex, Weşanên Dara, 2018, Stenbol Berîya xwendina vê romanê bawerîyeke bi vî hawê di min da hebû: Gelo çima paranîya romanên me welê di cara ewilîn da xwe didin dest. Çima tehm û çêja xwe ji xwendina duyem, sêyem ra jî nahêlin.  Çima dû xwendina cara yekemîn da nabêjin, "xwendevanê ezîz, biborîne lê, ez dê te piçek biwestînim, ez şikeftek im, şikefteke bê ser û ber. Û kesê di vê şikeftê da dest bi rêwîtîyekê bike, divê cara ewil zanibe ez, xewleyên xwe wusa di rêwîtîya yekem da dîyar nakim. Bo ku tu bi her awayî bi xwazî min nas bikî, divê çend carên din jî li min vegerî!" Belê, me vî dixwest. Bextîyar Elî her sax be, ew bi şêweya vegotina xwe vê daxwaza me piçek bicih tîne. Di dersa Edebiyata Nûjen da û di koma me ya xwendinê da li gor lîsteyeke pirtûkan em xwendinan dikin. Di van lîsteyan da yek Êvara Perwaneyê, yek jî Bîr, xwe bi me du caran dane xwendin. Û divê carek, du carên din jî em bixwînin. Da ku bi tevahîya metnan têbigihîji

Sêsilê, Abdullah Kaya

Sêsilê, Abdullah Kaya, Avesta Di romanên Kurdî yên ewilîn û niha de temayên herî zêde derdikevin pêşberî me, evînên bêmiraz in, zordariyên axa û began in, mijarên netewî ne, dozên xwînê ne.  Di Sêsilêyê de jî temaya sereke, yek dozeke xwînê ye û pê re jî evîn e. Vêca bi honandineke balkêş û kêm ceribandî. Romana me navê xwe ji serlehengê xwe Sêsilê digire. Sêsilê çawakî navek e. Navê lehengê me Silêman, bi awayê kurt Silê ye. Ji ber jêhatîbûna wî ya bi nav û deng jî jê re Sêsilê ango Silêmanê bi qasî sê kesan jêhatî. Di destpêka romanê de behsa niqaşên du gundan tête kirin. Dozeke xwînê ku ji sedema çend heb kevokan derdikeve û di dawiyê de jî dibe sedema kuştina du kesan û koçberbûyîna malek. Sêsilê ji bo ku bi birayê xwe re ji xwîniyên xwe yekî dikujin dikeve girtîgehê û 10 sal ceza tête birîn.  Romana me ji du layan diherike, li aliyê din jî ji gundê Rindika em piçek behsa Dilşayê bikin. Dilşa keçeke xweşik, bi bejn û bal e. Keçeke xama ye Dilşa lê, ji bo kesên ku ji bo