Sêsilê, Abdullah Kaya, Avesta
Di romanên Kurdî yên ewilîn û niha de temayên herî zêde derdikevin pêşberî me, evînên bêmiraz in, zordariyên axa û began in, mijarên netewî ne, dozên xwînê ne.
Di Sêsilêyê de jî temaya sereke, yek dozeke xwînê ye û pê re jî evîn e. Vêca bi honandineke balkêş û kêm ceribandî. Romana me navê xwe ji serlehengê xwe Sêsilê digire. Sêsilê çawakî navek e. Navê lehengê me Silêman, bi awayê kurt Silê ye. Ji ber jêhatîbûna wî ya bi nav û deng jî jê re Sêsilê ango Silêmanê bi qasî sê kesan jêhatî. Di destpêka romanê de behsa niqaşên du gundan tête kirin. Dozeke xwînê ku ji sedema çend heb kevokan derdikeve û di dawiyê de jî dibe sedema kuştina du kesan û koçberbûyîna malek. Sêsilê ji bo ku bi birayê xwe re ji xwîniyên xwe yekî dikujin dikeve girtîgehê û 10 sal ceza tête birîn.
Romana me ji du layan diherike, li aliyê din jî ji gundê Rindika em piçek behsa Dilşayê bikin. Dilşa keçeke xweşik, bi bejn û bal e. Keçeke xama ye Dilşa lê, ji bo kesên ku ji bonê tên na'ecibîn e, zewaca xwe piçek bi derengî xistiye. Lê demek tê êdî ji gotgotên malbat û derdora xwe aciz dibe, biryara xwe dide dê êdî bizewice. Ferman ew kes e ku tê ber derî. Kurê Hecî Qasim Akyol e. Hecî Akyol mirovek dewlemend û bi mal û milk e. Ferman bi ser û sincê xwe ne yekî gora dilê Dilşaya bedew bû. Dilşa bi mecbûrî êdî jê re herê dike û dizewicin. Lê bi çi awayî xûna wan ji hevdû re nakele, ser de jî ku zarok ji wan re çênabê êdî aramiyek namîne di malê de. Di malê de Dilşa ji xesiya xwe Besnayê jî hinek tehdeyî dibîne. Lê ku Dilşa bi hinek ef'alên xesiya xwe bi meleyê gund Mele Cemîl re dibîne, Besna bela xwe ji Dilşayê dike. Dilşa û Ferman bo ku zarok ji wan re çêbibe cih bi cih digerin lê bê fêde ye.
Dawiyê ji bo biçin ser dixtor Ferman û Dilşa diçin Amedê. Dilşa di nav kuçeyan de rêya xwe şaş dike û dikeve pê mirovek biyanî. Ev kes Sêsilê bixwe ye. Di rê de Dilşa hindik dimîne bixeriqe, Sêsilê pê digire û tîne mala xwe, jê çîroka wê dibihîze û dibin evîndarên hevdû. Dilşa dibêje, kesê ku ez li bendê bûm ev xortê çeleng bû. Dawiyê de Ferman vedigere Hezoyê û ji maliyan re dibêje, min Dilşaya jina xwe li Amedê wenda kir. Lê malbat naxwaze derdora wan bi vî hawê zanibin ku weke kurê wan xwedî li jina xwe jî derneketî. Lê ser rêyek fikirîn, wek ku ji derdora xwe re bêjin, Dilşa di çemek de ji pişta hespê bi Ferman re noqî nav avê bûye, Ferman xilas bûye lê ew wenda bûye. Sêsilê diçe gund solixa van agahiyan dike û vedigere bajêr. Dayika Sêsilê Kevjal jî Dilşayê di'ecibîne û dê bi zewaca wan razî bibe. Li vê derê xilas dibe roman.
...
Bûyer bi awayekî rêzkî diherike, vebêjerê me kesê sêyem e. Di romanê de rexne li kevneşopiyên gel tête kirin. Wek Dilşa li pey mêrê xwe dimeşe û qet serê xwe ber bi jor ranake, dawiyê de jî bi şaşitî dide dû yekî din, dû re ef'alên xirab yên melayek bi jina Hecî Akyol, Besnayê re radixe ber çavên xwendevanan. Behs ji çanda şeva ewilîn ya zewacê tête kirin. Wekî dê zava bo ku bûkê bitirsîne û otorîteya xwe pê bide qebûlkirin pêwîst e lê hinek tehdeyî bike. Ev jî bi awayekî rexneyî jê behs tête kirin.
Wek sal, dem diyar nîn e. Mekan jî stabîl nîn e. Bûyer li Hezo, gundê Rindika û Amedê diqewime.
Ayetullah Badikî, 21.02.2019
Yorumlar
Yorum Gönder