Ana içeriğe atla

Dema ez ji Mûşê derdikevim derva çavnêrîya derdora xwe dikim. Dixwazim mirovan nas bikim. Her mirovek dunyayek e. Ev di bîra min da bes wek dirûşmeke cih nagire. Lê dibînim ku mirov pir dişibin hevdû. Di hinek mijaran da heman bertekan nîşan didin. Mînak piranîya tirkan ji layê nasnameya me ya netewî da heman tiştan difikirin. Ew, me wek xwe neteweyeke xweser û xwedî maf nabînin. Pêkan nîn e ku, kurd jî wek wan neteweyek bin û weke wan xwedî hîn mafên netewî bin. Vê helwesta xwe di her cihan da bi me didin zanîn û bo yên ku bibînin ev ne tişteke veşartîye jî. Mînak dixwazî newsa? Ka sebir bike ez bibêjim. Îro li derekê di nav axaftinek da netewa min, ji min hate pirsîn. Tenê di pirsên wan da tu vê nêrîna seqet dibînî. Di dewsa ku ji te re bibêjin, "tu kurd î/Kürt müsün?", dibêjin, "kurdîtî heye/Kürdlük var mı?" Kurdîtî heye yanê çi? Yanê tu, di rastîyê da tirk î, ji me yî, ji me cûda nîn î, lê dibe, wek boçikek, wek aksesûarek tiştek din jî bi te va hebe! Lê dû ra jî hinek tiştên din jî lê zêde dikin da ku tu pê zanibî ku ev ne welê gunehek mezin e, di dawîya da em bira ne!! Baş e mala we ava!
Pirsa dudîya... Ji min tê pirsîn, "tu kîjan beşê dixwînî/hangi bölümü okuyorsun?" Dema ji devê min Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî dibihîse, wek dûbare carek din dipirse. Dibîne ku ez vê pirsê dîsa bi heman awayî sererast dikim, yanê dema ku bi gunehê(!) min baş têdigihîje, bersivek welê dide: "Tişt nabe, ew jî pêwîst e/sorun değil o da lazım".  Kî wek pirsgirêk dibîne, çi hewce pê heye ez, xwendina vê beşê wek pirsgirêkek an jî gunehek bibînim ku xem nexwim?
Bi vî hawî mirov dikare van mînakan zêde bike. Heman nêrîna seqet di nav me da jî heye. Em jî xwe wek neteweyek nûjen nabînin, ji vê bonê jî divê em tim û tim ji wan biçûktir bin. Ew bo ku tirk/ereb/faris in bextewar in, mafê wan e xwe bextewar bibînin, lê mafek me yê welê nîn e, divê em bes bi misilmanetîya xwe bextewar bibin (di rastîyê da li gor bawerîya Îslamê ya rast ev, yên herî başên wan, ne yên ji filan netewê ne, yên herî başên wan yên teqwa ne. Di vir da pirsgirêk nîn e, ya ku ez behs dikim tişteke din e.)

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

BÎR, Nûdem Hezex

BÎR ll Nûdem Hezex Bîr, Nûdem Hezex, Weşanên Dara, 2018, Stenbol Berîya xwendina vê romanê bawerîyeke bi vî hawê di min da hebû: Gelo çima paranîya romanên me welê di cara ewilîn da xwe didin dest. Çima tehm û çêja xwe ji xwendina duyem, sêyem ra jî nahêlin.  Çima dû xwendina cara yekemîn da nabêjin, "xwendevanê ezîz, biborîne lê, ez dê te piçek biwestînim, ez şikeftek im, şikefteke bê ser û ber. Û kesê di vê şikeftê da dest bi rêwîtîyekê bike, divê cara ewil zanibe ez, xewleyên xwe wusa di rêwîtîya yekem da dîyar nakim. Bo ku tu bi her awayî bi xwazî min nas bikî, divê çend carên din jî li min vegerî!" Belê, me vî dixwest. Bextîyar Elî her sax be, ew bi şêweya vegotina xwe vê daxwaza me piçek bicih tîne. Di dersa Edebiyata Nûjen da û di koma me ya xwendinê da li gor lîsteyeke pirtûkan em xwendinan dikin. Di van lîsteyan da yek Êvara Perwaneyê, yek jî Bîr, xwe bi me du caran dane xwendin. Û divê carek, du carên din jî em bixwînin. Da ku bi tevahîya metnan têbigihîji...

Ez kî me?

1. Di sala 1989an de li Gundê Kurdmeydanê hatime dinê. Bi eslê xwe ji Hezraza Farqînê me. Lê niha êdî em bûne niştecihên Deşta Mûşê. Gundiyek dera hanê me. Li gund dijîm. 2.Di Zanîngeha Mûş Alparslanê de xwendevanênê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî me. Di asta lîsansê de ev beşa min ya duyem e ku dixwînim. Ya ewil mamostetiya agahiyên civakî. 3.Xwendinên min li ser ziman in. Zimanzan nîn im lê zimanhezek im. Ji xwendinê hez dikim. 4. Ezeb im. Ango di mal de mame. Çima nazewicim? Nizanim, min pereyê qelena wê keçikê da pirtûkan. Niha bo berhevkirina qelenên wê pere kom dikim. 5. Ev ziman bo min wek amûreke lêdanê nîn e, amûreke xweîfadekirinê ye. Weke çûkek, weke keweka gozel bi zimanê xwe distrêm. 6. Partiyeke min nîn e. Ji siloganan aciz im. Têkiliyên min yên bi mirovan re piçek qels in. Ewqas bes e ne? Hekena bipirse...

Şopajo ll Sedat Yurtdaş

Şopajo ll Sedat Yurtdaş Di destpêka pirtûka xwe de nivîskar serlehengê romana xwe Seydo, li ser zeviyek dikuje û şopajoyek naskirî dide pey şopa kujerên wî. Destpêkeke bi vî teherî romannûsa Îngilîzî Agatha Christie tîne bîra mirov. Di serê pirtûkê de yek tête kuştin, kujer nediyar in lê bo nivîskar ev ne xem e. Nivîskar karê dedektîviyê hildide ser milê xwe, xwendevanên xwe dide dû xwe û welê bûyer diherike. Di Şopajoyê de jî destpêkeke bi heman teherî heye.  Serlehengê romana me Seydo, çend sal berê ji gundê xwe koç bar kiriye ber bi bajêr de. Lê yekser destê xwe ji axa xwe naşo, doza erdê mezinên xwe dike, bi van kiryarên xwe jî axayê wê heremê Mistefa Axa aciz dike. Mistefa Axa berevajiyê malbata Seydo gelek cerdewan û alîgirên dewletê dihewîne di hundirê xwe de. Ew bi xwe jî alîgirek dewletê ye. Axir Seydo li ser zeviya wî dikujin. Dewlet xwe nagihîne çi şopek ji kujerên wî. Lê bi saya şopajoyek malbata Seydo hinek delîlan bi dest dixin. Ev delîl jî di dosyeyên ...