Ana içeriğe atla

Xwendinek Li Ser Hawara Dîcleyê


Xwendinek Li Ser Hawara Dîcleyê


Gelê kurd di sedsala 20emîn de di qada siyasî de pêrgî hinek bûyerên nexweş tê. Êdî welatê wan bi awayekî fermî di nav 4 çar parçeyan de, di nav 4 dewletan de tête dabeşkirin. Ev bûyer bandoreke neyînî ya bivê nevê li ser civaka kurd dihêle. Ji bo van sedeman di hêla berhemên nivîskî de paşdemayînek berbiçav e. Her wekî ku tê zanîn roman, cureyeke edebiyata nûjen e. Yekemîn mînaka vê cûreyê Don Kîşota Cervantes e ku ew jî di serdema 17mîn de li Spanyayê hatiye nivîsîn. Kurdan jî li ser vê cûreyê di dawiya çaryeka yekemîn a serdema 20emîn de berheman nivîsîne. Hejmara vana ne ku zêde ye. Sedem helbet diyar e: Gelekî di nav 4 dewletan de hatiye dabeşkirin, ji vî gelê jî bi milyonan penaber. Û pê re jî di qada perwerdehiyê de nînbûna zimanê Kurdî. Di sedemên qelsmayîna edebiyata gelê kurd de çend sedem ev in. Li berê jî hinek
sedemên din. Lê helbet ev astengiyên ku em behs dikin yekcar pêşî li edebiyatnasan negirt ku di vê qadê de berhemên serkeftî derxin holê. Dema ku di qada edebiyata kurdan de behs ji romanê hate kirin helbet ewiliya vê cûreyê ji Şivanê Kurmanca ya Erebê Şemo destpê dike. Ev berhem wek yekemîn romana Kurdî, Erebê Şemo jî wek bavê romana Kurdî tête naskirin. Dû Şemo kesên wek Rehîm Qazî, Eliyê Ebdilrehman, Heciyê Cindî wek cureyeke edebiyata nûjen, wek roman berhemên telîf nivîsandine.



Di nîveka duyema serdema 20emîn de jî jimara van berheman zêdetir bûn. Ji vana helbet yê herî berhemdar em dikarin navê Mehmed Uzunî bidin. Uzun bi vê cûreyê çend berhemên serkeftî li ser vê qadê zêde kiriye. Ji van berheman yek jî Hewara Dîcleyê ye. Hawara Dîcleyê berhemeke ji 750 rûpelan pêk tê. Ev berhem yekemîn car di sala 2002yan de li Stenbolê çap bûye. Bi gotina nivîskêr "li ser dengan ava bûye, dengê jibîrbûyiyan. Jibîrbûyî kî ne? Êzîdî ne, suryan, keldan, nastûrî, cihû ne, kurd û gelên qedîm yên Mezopotamyayê ne".
Nivîskêr di vê berhema xwe de bi navê Biro, Biroyê Kor, Biroyê Dengbêj, Biroyê Dirêj lehengek derdixe pêşiya me. Biro sêwiyek e û li mala Apê Xelefê "doxînsist" bi zarokên wî Heme û Gulîzer re mezin dibe. Apê Xelef şivanekî Êzdî ye. Bi saya wî ew jî bi dengên dengbêjiyê mezin dibe. Li Cizîrê 'ku wek mekanê  derbasbûna piraniya bûyerê ye, di berhemê de'. Cizîra li ber rexê Çemê Dîcleyê, bi navê Mam Sefo Manolgiyan kesekî ermen yê xwenda heye ku şêwirmendiya Mîr dike. Mam Sefo xwediyê pirtûkxaneyeke mezin e ku Biro ji vê pirtûkxaneyê jî sûd werdigre. Bi navê Armê û Migo du zarokên Mam Sefo hene ku zaroktiya Biro digel vana derbas dibe.

Biro di rojeke Newrozê de bala Mîr dikêşe ser dengê xwe û bi daxwaza Mîr dest bi xwendina medreseyê dike, di vê medreseyê de ilm tehsîl dike. Bi Mam Sefo re şahidiya mîrektiya Cizîrê dike ku çawa bi alîkariya dewleta Osmanî êrîş dibin ser kelehên wek Dêrgulê ku di bin rêveberiya mîrên kurdan de ne. Mîr êrîşek dibe ser keldaniyên Hekariyê jî. Biro ji wê derê keçikek bi navê Stêrê rizgar dike û Stêr û Biro dibin dildarên hevdû. Ji bo Stêrê Biro dev ji Gulîzer û Armeyê ber dide. Biro bi hevalên xwe re demek berbi Mûsilê derdikeve ger û seyranek. Di rê de li ser kelekan bûyereke nexweş diqewime lê hemû ji wê qezayê bi saxî rizgar dibin. Lê axir Biro gera xwe didomîne heta Şengalê.

Bi bihûrîna demê re di navbera Osmaniyan û Mîrektiya Cizîrê de şerek diqewime. Di serî de artêşa Mîr destkeftiyên baş bi dest dixe lê, bi navê Yezdînşêr kurekî Mîr bi Osmaniyan re li hev dike û Mîr yekcar têk diçe. Mîr bi malbata xwe, tevlî Biro û Stêra hezkiriya xwe re berbi girava Gîrîdê ve têne nefîkirin.  Biro wek aşikê Mîr tête naskirin ligel osmaniyan. Çend sal li wêderê dimînin dû re vedigerin Şamê. Li Şamê jî pêrgî hevalê xwe yê biçûktiyê Heme tê. Heme êdî dev ji misilmanetiyê berdaye û êzdiyek tûnd e. Heme, jina Biro, stûna zexma ku Biro li piya dihêlê, ango Stêrê dikuje, Biro jî wî dikuje. Biro bi awayekî birîndar berbi Cizîrê dikevê rê û li wêderê behsa van serpêhatiyên xwe dike. Wek 7 beşan di 7 şevbuhêrkên dirêj de van serpêhatiyên xwe bi ciwanên Cizîrê re parve dike. Ev pirtûk jî ji van şevbuhêrkan pêk dihê. Helbet di vir de nivîskêr bi zanebûn vê jimara 7ê bijartiye. Weke formelek di gelek destan û çîrokên kurdan de jî ev motîfa 7 derbas dibe.

Ji layê demê de Mehmed Uzunî weke rêbazeke romana nûjen flashbeckê (şikênastina demê) bi kar aniye. Flashbeck di herikîna demê de wek rêbazeke romana nûjen e. Ji sînemayê îlhama xwe girtiye. Dem rêzkî naherike, nivîskar bi pêş û paş de havêtinan bi demê dileyize.

Romaneke ku di siya bûyerên dîrokî de hatiye nivîsîn. Jixwe beşa ewilîn ya vê berhemê li mala neviyên Mîr Bedirxan, li Banyasa Sûrî hatiye nivîsîn. Di romanê de misilman wek serdestên herêmê tim û tim bi xeslet û tevgerên xwe yên hovane derdikevin pêşberî me. Jixwe di destpêka berhema xwe de nivîskarê me berhemê wek "dengê jibîrbûyiyan" dide nasîn. Li hember kê jibîrbûyî? Helbet li hember serdestên heremê, hember misilmanan.

Ayetullah Badikî, 27.01.2019



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Şikefta Platon û Mirovên Vê Qirnê

 Di medyaya civakî de hesabê jin û mêrekî dişopînim. Ev jin û mêr berî çend salan niştecihên Stenbolê bûne. Li wê derê mûçeyekî wan yê baş hebûye. Ne pere lê di jiyana xwe de bi kêmasiya tiştekî hesiyane. Pir fikirîne û di dawiyê de wê kêmasiyê ferq kirine: AX!  ( Min sûretê ev pîvokên xweşik çend sal berê ji gund girtine.) Erê ezbenî ax! Ev ne kêmasiyek e gelo? Binihêre mirovên di bajaran de dijîn tenê û tenê dema dimrin bi germahiya axê têdigihîjin. Lê ezbenî, ev nayê guhertin, ev qedera wan e gelo? Helbet tê guhertin. Tenê piçek bawerî hebê pir bi rehetî tê guhertin.  Alegoriya şikefta Platon bide bîra xwe. Mirovên di wê şikeftê de beriya ku derkevin derve ji sihên ku ji derva de dixwiyan jî ditirsiyan newsa? Lê dû re çawa bû? Yek rabû zincîran şikand û bi rojê re, bi dinyaya derve re hevrû bû. Piştî wê demê êdî tirsek nema di dilê wan de. Ez mirovên bajaran ku di nava çar dîwaran de dijîn dişibînim mirovên şikefta Platon. (bnr: youtu.be/RmBizVdmp68?si… ) Ev jin û mêrê ku min li ser

BÎR, Nûdem Hezex

BÎR ll Nûdem Hezex Bîr, Nûdem Hezex, Weşanên Dara, 2018, Stenbol Berîya xwendina vê romanê bawerîyeke bi vî hawê di min da hebû: Gelo çima paranîya romanên me welê di cara ewilîn da xwe didin dest. Çima tehm û çêja xwe ji xwendina duyem, sêyem ra jî nahêlin.  Çima dû xwendina cara yekemîn da nabêjin, "xwendevanê ezîz, biborîne lê, ez dê te piçek biwestînim, ez şikeftek im, şikefteke bê ser û ber. Û kesê di vê şikeftê da dest bi rêwîtîyekê bike, divê cara ewil zanibe ez, xewleyên xwe wusa di rêwîtîya yekem da dîyar nakim. Bo ku tu bi her awayî bi xwazî min nas bikî, divê çend carên din jî li min vegerî!" Belê, me vî dixwest. Bextîyar Elî her sax be, ew bi şêweya vegotina xwe vê daxwaza me piçek bicih tîne. Di dersa Edebiyata Nûjen da û di koma me ya xwendinê da li gor lîsteyeke pirtûkan em xwendinan dikin. Di van lîsteyan da yek Êvara Perwaneyê, yek jî Bîr, xwe bi me du caran dane xwendin. Û divê carek, du carên din jî em bixwînin. Da ku bi tevahîya metnan têbigihîji

Ez kî me?

1. Di sala 1989an de li Gundê Kurdmeydanê hatime dinê. Bi eslê xwe ji Hezraza Farqînê me. Lê niha êdî em bûne niştecihên Deşta Mûşê. Gundiyek dera hanê me. Li gund dijîm. 2.Di Zanîngeha Mûş Alparslanê de xwendevanênê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî me. Di asta lîsansê de ev beşa min ya duyem e ku dixwînim. Ya ewil mamostetiya agahiyên civakî. 3.Xwendinên min li ser ziman in. Zimanzan nîn im lê zimanhezek im. Ji xwendinê hez dikim. 4. Ezeb im. Ango di mal de mame. Çima nazewicim? Nizanim, min pereyê qelena wê keçikê da pirtûkan. Niha bo berhevkirina qelenên wê pere kom dikim. 5. Ev ziman bo min wek amûreke lêdanê nîn e, amûreke xweîfadekirinê ye. Weke çûkek, weke keweka gozel bi zimanê xwe distrêm. 6. Partiyeke min nîn e. Ji siloganan aciz im. Têkiliyên min yên bi mirovan re piçek qels in. Ewqas bes e ne? Hekena bipirse...