Ana içeriğe atla

Wehşê Di Hundirê Min De, Helîm Yûsiv, PEYWEND


Helîm Yûsivî di pirtûkên xwe de metnên xwe di cih cihan de bi awayekî efsûnî dihonînê. Di vê pirtûka xwe de jî ji heman rêbazê sûd werdigre. Di destpêka berhema xwe de behsa hinek lawirên tirsnak dike. Wek dînazor, wek wehş. Helbet ji wehşan qesda nivîskêr fikr û ramanên ku ne li gor yên pergala serdest in.

Serlehengê pirtûka xwe Salar li pêşberî peykerê serokê pergala serdest derdixe pêşberî xwendevanên xwe. Salar li pêşber vî peykerê tê dinê û bi awayekî efsûnî weke balîndeyek dirinde bi bask dibe û difire. Ev peyker tim û tim dê weke leîtmotîvek bête bikaranîn. Salar dê tim pêrgî vî peykerê bê û dê tim tirs û xofek têkeve dilê wî.
Di biçûktiya xwe de Salar bi saya mamosteyê xwe Alan, bi wehşê di hundirê xwe de dihesê. Wehş ango fikr û nêrînên xeternak.

Cihê ku lê bûyer diqewimin cihekî bi wehşan mişt e. Li her deverê wehş hene û yên van wehşan li dijî hebûna xwe wek xeternakek dibînin hene. Girtin, binçavkirin, bênavber didomin. Xuyaye ku evder Rojavayê Kurdistanê ye û serdema Hafiz Esad e.

Bi mezinbûna Salar re wehşê di hundirê wî de jî mezin dibe. Salar ji bo xwendinê diçe Bêrûtê. Ji keça mamosteyê xwe  Alan ya bi navê Meyremê hez dike. Dema ku Alan tête binçavkirin Alan xwe wek hamiyê mala hezkiriya xwe Meyremê dibîne. Car caran li goristanê hevdû dibînin. Ji bo wan li wî welatê xeternak bes û bes gorr, cihê ewlehiyê ye. Lê axir ew jî bi tewna nivîskariya pirtûka Bav û Kur tête tewanbar kirin û binçav dibe. Di pirtûkê de behsa Ehmedê Xanî, Salvador Dalî, Jean Paul Sartre têye kirin. Endamên muxaberatê ji Salar van kesan dipirsin. Wek kî ne û dixwazin van kesan jî binçav bikin. Axir em nizanin ka wî ev pirtûk nivîsiye an na. Çima mirovek weke Aramê ermenî yê peykersaz nenivîsî be lê Salar nivîsî be. Em nizanin. Ev pirsa me bêbersiv dimîne. Di romanê de Aramê peykersaz weke kesayetek îdeal tête teswîr kirin. Aram, ji bo ku nikare Salar rizgar bike xwe bi dar ve dike.
Salar dema ji girtîgehê rizgar dibe fêr dibe ku Meyrem bi yekî re zewiciye û koçberî Elmanyayê bûye. Dayîka wî jî dimire û ew li pey gerînekê ye. Wehşan êdî nav bajêr kirine destê xwe. Hevalê wî Hemîdo hemûyên peykerên serokê mezin hildiweşîne.  Û bi vî awayî roman bi dawî dibe.

Di destpêka romana xwe de Helîm Yûsivî, Salar weke lehengeke mîtolojîk teswîr dike. Bi perr û baskan derdixe pêşberî xwendevanên xwe. Lehengek ku di serê pirtûkê de welê bihêz çima di hinek cihan de wek kesekî bêhêz derdikeve pêşiya me û axir weke kesekî têkçûyî dimîne li pêş çavê me.

Metna me, ji beşa sêyemîn şûn de bi devê kesê yekem ango bi devê Salar tête vegotin. Bûyer bi rêzkî diherike. N
avê lehengan exleb ji navê kurdan hatine bijartin: Alan, Salar, Aram...



Ayetullah Badikî, 15.01.2019

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

BÎR, Nûdem Hezex

BÎR ll Nûdem Hezex Bîr, Nûdem Hezex, Weşanên Dara, 2018, Stenbol Berîya xwendina vê romanê bawerîyeke bi vî hawê di min da hebû: Gelo çima paranîya romanên me welê di cara ewilîn da xwe didin dest. Çima tehm û çêja xwe ji xwendina duyem, sêyem ra jî nahêlin.  Çima dû xwendina cara yekemîn da nabêjin, "xwendevanê ezîz, biborîne lê, ez dê te piçek biwestînim, ez şikeftek im, şikefteke bê ser û ber. Û kesê di vê şikeftê da dest bi rêwîtîyekê bike, divê cara ewil zanibe ez, xewleyên xwe wusa di rêwîtîya yekem da dîyar nakim. Bo ku tu bi her awayî bi xwazî min nas bikî, divê çend carên din jî li min vegerî!" Belê, me vî dixwest. Bextîyar Elî her sax be, ew bi şêweya vegotina xwe vê daxwaza me piçek bicih tîne. Di dersa Edebiyata Nûjen da û di koma me ya xwendinê da li gor lîsteyeke pirtûkan em xwendinan dikin. Di van lîsteyan da yek Êvara Perwaneyê, yek jî Bîr, xwe bi me du caran dane xwendin. Û divê carek, du carên din jî em bixwînin. Da ku bi tevahîya metnan têbigihîji...

Ez kî me?

1. Di sala 1989an de li Gundê Kurdmeydanê hatime dinê. Bi eslê xwe ji Hezraza Farqînê me. Lê niha êdî em bûne niştecihên Deşta Mûşê. Gundiyek dera hanê me. Li gund dijîm. 2.Di Zanîngeha Mûş Alparslanê de xwendevanênê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî me. Di asta lîsansê de ev beşa min ya duyem e ku dixwînim. Ya ewil mamostetiya agahiyên civakî. 3.Xwendinên min li ser ziman in. Zimanzan nîn im lê zimanhezek im. Ji xwendinê hez dikim. 4. Ezeb im. Ango di mal de mame. Çima nazewicim? Nizanim, min pereyê qelena wê keçikê da pirtûkan. Niha bo berhevkirina qelenên wê pere kom dikim. 5. Ev ziman bo min wek amûreke lêdanê nîn e, amûreke xweîfadekirinê ye. Weke çûkek, weke keweka gozel bi zimanê xwe distrêm. 6. Partiyeke min nîn e. Ji siloganan aciz im. Têkiliyên min yên bi mirovan re piçek qels in. Ewqas bes e ne? Hekena bipirse...

Şopajo ll Sedat Yurtdaş

Şopajo ll Sedat Yurtdaş Di destpêka pirtûka xwe de nivîskar serlehengê romana xwe Seydo, li ser zeviyek dikuje û şopajoyek naskirî dide pey şopa kujerên wî. Destpêkeke bi vî teherî romannûsa Îngilîzî Agatha Christie tîne bîra mirov. Di serê pirtûkê de yek tête kuştin, kujer nediyar in lê bo nivîskar ev ne xem e. Nivîskar karê dedektîviyê hildide ser milê xwe, xwendevanên xwe dide dû xwe û welê bûyer diherike. Di Şopajoyê de jî destpêkeke bi heman teherî heye.  Serlehengê romana me Seydo, çend sal berê ji gundê xwe koç bar kiriye ber bi bajêr de. Lê yekser destê xwe ji axa xwe naşo, doza erdê mezinên xwe dike, bi van kiryarên xwe jî axayê wê heremê Mistefa Axa aciz dike. Mistefa Axa berevajiyê malbata Seydo gelek cerdewan û alîgirên dewletê dihewîne di hundirê xwe de. Ew bi xwe jî alîgirek dewletê ye. Axir Seydo li ser zeviya wî dikujin. Dewlet xwe nagihîne çi şopek ji kujerên wî. Lê bi saya şopajoyek malbata Seydo hinek delîlan bi dest dixin. Ev delîl jî di dosyeyên ...