Jana Gel, Îbrahîm Ehmed, Apec, 1992
Edebiyata kurdan de li ser zaravayê soranî wek yekemîn roman, Jana Gel ya Îbrahîm Ehmed tête qebûl kirin. Di romanên berê yên kurdan de em pêrgî metnên realîst tên ku bûyerên van berheman rasterast ji nava gel tên girtin.
Jana Gel ji vana yek e. Roman li ser şerê ku di navbera artêşa azadiyê û dewletê de diqewime disekine. Pê re jî wek bivênevê ya bandora şerek çi be li ser gel, li ser wan disekine. Girtin, talan, kuştin, sixûrî. Pê re jî şerê baş û nebaşan. Di vê romanê de jî welê ye.
Serlehengê me Camêr e. Camêr sêwiyek li wê derê ye, û pêrgî qedereka reş tê. Jina wî Kalê, ducanî ye, ew dixwaze biçe dû mamanê da ku bê di heyama welidîna zarok de alîkariya wê bike. Di rê de li nav şer diqelive û birîndar dibe, tête girtin. 10 sal ceza lê tê birîn. Lê pismamê wî Lawe di nameyan jê re nabêje ku jina wî û zaroka wî herdû di heyama welidînê de mirin e. Dibêje Xwedê kurek daye te û navê wî Hîwa ye.
Axir ji girtîgehê rizgar dibe û tê dikeve pey dûşa jina xwe û kurê xwe. Jê re dibêjin kurê te û jina te çû ne gund mala xaltiya xwe. Ew di demeke ku derketina ji bajêr qedexe ye, di rêyeke nihênî de xwe digihîne gund, di rê de pêrgî çekdaran tê, jê re rastiyê dibêjin, wek gundê Gulanê ku gundê jina xwe û kurê xwe lê dizane hatiye talankirin û yek mirovek jî jê rizgar nebûye. Ew bêçare vedigere bajêr û ji wê derê jî beşdarî nav refên çekdarî dibe. Li serê çiyê rastiyê di nameyek Lawe de hîn dibe ku jina wî kurê wî di heyama welidînê de mirine. Û bi vi awayê jî dawî dibe.
Çend têbinî:
Di romanê de nivîskar bi demê leyistiye, bi pêş û paş de havêtinan xwendevanan ji berê û paşiya rewşa siyasî ya civakê haydar dike. Bi vê rêbazê perspektîfa xwendevan firehtir dike.
Di romana xwe de nivîskar, navê bajaran bes bi tîpa pêşîn nîşan daye, wek bajarê Ç..., M.... Lê navê gundan veneşartiye. Her wiha navê artêşa ku li dijî dewletê şer dike jî bi tevahî diyar nekiriye. Ev artêş wek L.A.N derbas dibe.
Di destpêka romanê de nivîskar nêrînên feodalî yên wek berevajiyê keçikan, bi qîmet dîtina kuran bi devê serlehengê xwe rexne dike.
Roman bi devê kesê sêyem tête vegotin. Wek sal, ne diyar e ku bûyer kêçax diqewimin.
Bi devê lehengên romanê Şaho û Nerîman, bangeşaye Artêşa Şoreşvanan dide kirin. Li ser van pasajan mirov dikare romanê weke romaneke dîdaktîk jî bibîne.
Belê, min romanê ji çapa Weşanên Apecê xwend. Ji Soranî bo Kurmancî, wergereke baş kiriye Elîşêr. Ez dikarim bibêjim ku wergereke hema hema bêqisûr e.
Ayetullah Badikî
17.02.2019
Yorumlar
Yorum Gönder