Şopajo ll Sedat Yurtdaş
Di destpêka pirtûka xwe de nivîskar serlehengê romana xwe Seydo, li ser zeviyek dikuje û şopajoyek naskirî dide pey şopa kujerên wî. Destpêkeke bi vî teherî romannûsa Îngilîzî Agatha Christie tîne bîra mirov. Di serê pirtûkê de yek tête kuştin, kujer nediyar in lê bo nivîskar ev ne xem e. Nivîskar karê dedektîviyê hildide ser milê xwe, xwendevanên xwe dide dû xwe û welê bûyer diherike. Di Şopajoyê de jî destpêkeke bi heman teherî heye.
Serlehengê romana me Seydo, çend sal berê ji gundê xwe koç bar kiriye ber bi bajêr de. Lê yekser destê xwe ji axa xwe naşo, doza erdê mezinên xwe dike, bi van kiryarên xwe jî axayê wê heremê Mistefa Axa aciz dike. Mistefa Axa berevajiyê malbata Seydo gelek cerdewan û alîgirên dewletê dihewîne di hundirê xwe de. Ew bi xwe jî alîgirek dewletê ye. Axir Seydo li ser zeviya wî dikujin. Dewlet xwe nagihîne çi şopek ji kujerên wî. Lê bi saya şopajoyek malbata Seydo hinek delîlan bi dest dixin. Ev delîl jî di dosyeyên qereqolê de wenda dibin.
Birayê Seydo yê bi navê Çeko, bi alîkariya parêzerek hevalê Seydo dev ji vê dozê bernadê, heya dawiyê dide pey û ji malbata axê du kesan dide ber guleyan û bi vî şiklî tola xwe ji wan digre. Çeko di ciwaniya xwe de tevlî nav refên rêxistinê bûye û di nav refên wan de wek sixûrek hatiye tewanbar kirin. Axir ji nav wan direve û dikeve girtîgehê. Li serê çiyê û di girtîgehê de di serê wî de çi diqewime radixe ber çavan.
Bûyer li nav Amedê û gundekî Amedê diqewime. Li ser şerrê wêrisiyê, doza xwînê, bê zagonî û bê dadiya pergalê ya li heremê, zordariya axayek, û kêfîyet û dejenerebûyîna rêxistin û partiya serdesta heremê radiweste.
Nivîskar di romana xwe de mudaxaleyî demê kiriye. Demeke ku bi rêzkî diherike nîn e.
Şopajo ku romana me navê xwe jê girtiye, roleke pasîf dilîze. Di destpêka romanê de dixwiyê dû re wenda dibe, di dawiya romanê de derdikeve holê û kujerên ku ji berê de derketine holê bilêv dike. Ev jî nabe sedema şaşmayînek. Lewra xwendevan nakevin rewşeke bendêmayînê. Nivîskar nikaribû gelo weke romanên din yên dedektîviyê kujerên xwe veşartî bihişta û di dawiyê de wan derxista pêşber xwendevanên xwe. Helbet ev biryar ya nivîskar bi xwe ye. Lê bila ev jî weke xwestekek ji xwendevanekî wî bimîne li vê derê.
Roman ji 167 rûpelan pêk dihê. Di sala 2018yan de ji Weşanên Avestayê derketiye.
Ayetullah Badikî, 08.02.2019
Yorumlar
Yorum Gönder