Ana içeriğe atla

Ez Çi Dibêjim?

Xwediyê nêrînên qedexekirî me. Ji rojevê îlhamek stendine û li dora min konê xwe vegirtine. Ha min binivîse, ha min binivîse! Dest davêjim kîjanê di destê min de dimînin. Ya din, ya din, ya din...hemû lê hemû! Çi binivîsim nizanim.

Ya baş ez behsa qiranga hemberî xwe bikim. Qirangek li ser dara hemberî min veniştiye. Ya baş ez wê binivîsim. Hebûn û tunebûna wê bi berjewendiyên çi kesek re têkildar nîn e. Dibe ku birçî be, dibe ku dicemide jî. Êê çi bû? Dev jê berde, çi tiştek nebû.

Ez dibêjim tu jî dibînî. Bi lez û bez êrîş dikin ser xwarinan, ser kinc û midasan. Lîmîta kartê wan serbestiyeke berfireh dide wan. Ji wî ya, ji wana, ji... Ez dikarim hemûyan bistînim lê hemûyan. Ji bo ku xwediyê lîmîteke berfireh in xwe wek xwediyê, biborîne "xweda"yê wan nî'metan dibînin. Çavkaniya hêza wan diyar e: Bes û bes lîmîta kartê wan!

Nacemidin, birçî nabin bê derd û bê kul in. Pêdiviya wan bi çi tiştek nîn e. Lewra bi lîmîta xwe ya berfireh ji xwe re bihûştek ava kirine. Di xeyalê wan de bihûşteke din nîn e. Lewra jixwe di hundirê bihûştek de ne.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Şikefta Platon û Mirovên Vê Qirnê

 Di medyaya civakî de hesabê jin û mêrekî dişopînim. Ev jin û mêr berî çend salan niştecihên Stenbolê bûne. Li wê derê mûçeyekî wan yê baş hebûye. Ne pere lê di jiyana xwe de bi kêmasiya tiştekî hesiyane. Pir fikirîne û di dawiyê de wê kêmasiyê ferq kirine: AX!  ( Min sûretê ev pîvokên xweşik çend sal berê ji gund girtine.) Erê ezbenî ax! Ev ne kêmasiyek e gelo? Binihêre mirovên di bajaran de dijîn tenê û tenê dema dimrin bi germahiya axê têdigihîjin. Lê ezbenî, ev nayê guhertin, ev qedera wan e gelo? Helbet tê guhertin. Tenê piçek bawerî hebê pir bi rehetî tê guhertin.  Alegoriya şikefta Platon bide bîra xwe. Mirovên di wê şikeftê de beriya ku derkevin derve ji sihên ku ji derva de dixwiyan jî ditirsiyan newsa? Lê dû re çawa bû? Yek rabû zincîran şikand û bi rojê re, bi dinyaya derve re hevrû bû. Piştî wê demê êdî tirsek nema di dilê wan de. Ez mirovên bajaran ku di nava çar dîwaran de dijîn dişibînim mirovên şikefta Platon. (bnr: youtu.be/RmBizVdmp68?si… ) Ev jin û mêrê ku min li ser

BÎR, Nûdem Hezex

BÎR ll Nûdem Hezex Bîr, Nûdem Hezex, Weşanên Dara, 2018, Stenbol Berîya xwendina vê romanê bawerîyeke bi vî hawê di min da hebû: Gelo çima paranîya romanên me welê di cara ewilîn da xwe didin dest. Çima tehm û çêja xwe ji xwendina duyem, sêyem ra jî nahêlin.  Çima dû xwendina cara yekemîn da nabêjin, "xwendevanê ezîz, biborîne lê, ez dê te piçek biwestînim, ez şikeftek im, şikefteke bê ser û ber. Û kesê di vê şikeftê da dest bi rêwîtîyekê bike, divê cara ewil zanibe ez, xewleyên xwe wusa di rêwîtîya yekem da dîyar nakim. Bo ku tu bi her awayî bi xwazî min nas bikî, divê çend carên din jî li min vegerî!" Belê, me vî dixwest. Bextîyar Elî her sax be, ew bi şêweya vegotina xwe vê daxwaza me piçek bicih tîne. Di dersa Edebiyata Nûjen da û di koma me ya xwendinê da li gor lîsteyeke pirtûkan em xwendinan dikin. Di van lîsteyan da yek Êvara Perwaneyê, yek jî Bîr, xwe bi me du caran dane xwendin. Û divê carek, du carên din jî em bixwînin. Da ku bi tevahîya metnan têbigihîji

Ez kî me?

1. Di sala 1989an de li Gundê Kurdmeydanê hatime dinê. Bi eslê xwe ji Hezraza Farqînê me. Lê niha êdî em bûne niştecihên Deşta Mûşê. Gundiyek dera hanê me. Li gund dijîm. 2.Di Zanîngeha Mûş Alparslanê de xwendevanênê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî me. Di asta lîsansê de ev beşa min ya duyem e ku dixwînim. Ya ewil mamostetiya agahiyên civakî. 3.Xwendinên min li ser ziman in. Zimanzan nîn im lê zimanhezek im. Ji xwendinê hez dikim. 4. Ezeb im. Ango di mal de mame. Çima nazewicim? Nizanim, min pereyê qelena wê keçikê da pirtûkan. Niha bo berhevkirina qelenên wê pere kom dikim. 5. Ev ziman bo min wek amûreke lêdanê nîn e, amûreke xweîfadekirinê ye. Weke çûkek, weke keweka gozel bi zimanê xwe distrêm. 6. Partiyeke min nîn e. Ji siloganan aciz im. Têkiliyên min yên bi mirovan re piçek qels in. Ewqas bes e ne? Hekena bipirse...