Ana içeriğe atla

Psişik İşler (Psyche's Task): James George FRAZER

Wek nijadnasek Frazer ji bo ronîkirina hişê gelên hov li dû xwe gelek berheman hiştiye. Ji bo ronîkirina tevgerên mirovên vê serdemê hewcehiyê bi naskirina hişê gelên hov dibîne. Bi van lêkolînan me mirovên medenî! dibe nav civakên hov û kon bi kon di nav wan de digerîne.




Di vê berhema xwe de Frazer 4 tiştan îdia dike:





1. Baweriyên bêbinî di hinek nijad û hinek deman de li hember rêveberiyê, nemaze jî rêveberiya yek-mirovî di nav civakê de rêzeke mezin afirandiye, herwiha ji bo avakirin û berdewamiya nîzama giştî alîkariya serokan kiriye.


2. Baweriyên bêbinî di hinek nijad û hinek deman de rêza li hember maldarbûyîna taybet zêdetir kiriye, herwiha feydeyê li fikra maldarbûyînê kiriye.


3. Baweriyên bêbinî di hinek nijad û hinek deman de rêza li hember zewacê zêdetir kiriye, herwiha hem di nav kesên zewicandî de hem di nav ezeban de ji bo parastin û lê xwedî derketina rêzikên tund yê zewacê feydeyek daye.


4. Baweriyên bêbinî di hinek nijad û hinek deman de rêza ji bo jiyana mirovan hêzdartir kiriye, herwiha ji bo parastina jiyana mirovan feydeya wan çêbûne.


Nivîskar van îdiayên xwe bi mînakên ji nav gelên hov piştrast dike. Bi ya wî, baweriyên bêbinî ji fikrên çewt derketine holê û di sepanê de bûne sedema gelek xirabiyan. Tevgerên şaş ji fikrên şaş pir xirabtir in.


Psişik İşler (Psyche's Task): J.G.FRAZER, Pinhan, 2020.


Dîroka Xwendinê: 01.04.2023

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

BÎR, Nûdem Hezex

BÎR ll Nûdem Hezex Bîr, Nûdem Hezex, Weşanên Dara, 2018, Stenbol Berîya xwendina vê romanê bawerîyeke bi vî hawê di min da hebû: Gelo çima paranîya romanên me welê di cara ewilîn da xwe didin dest. Çima tehm û çêja xwe ji xwendina duyem, sêyem ra jî nahêlin.  Çima dû xwendina cara yekemîn da nabêjin, "xwendevanê ezîz, biborîne lê, ez dê te piçek biwestînim, ez şikeftek im, şikefteke bê ser û ber. Û kesê di vê şikeftê da dest bi rêwîtîyekê bike, divê cara ewil zanibe ez, xewleyên xwe wusa di rêwîtîya yekem da dîyar nakim. Bo ku tu bi her awayî bi xwazî min nas bikî, divê çend carên din jî li min vegerî!" Belê, me vî dixwest. Bextîyar Elî her sax be, ew bi şêweya vegotina xwe vê daxwaza me piçek bicih tîne. Di dersa Edebiyata Nûjen da û di koma me ya xwendinê da li gor lîsteyeke pirtûkan em xwendinan dikin. Di van lîsteyan da yek Êvara Perwaneyê, yek jî Bîr, xwe bi me du caran dane xwendin. Û divê carek, du carên din jî em bixwînin. Da ku bi tevahîya metnan têbigihîji...

Ez kî me?

1. Di sala 1989an de li Gundê Kurdmeydanê hatime dinê. Bi eslê xwe ji Hezraza Farqînê me. Lê niha êdî em bûne niştecihên Deşta Mûşê. Gundiyek dera hanê me. Li gund dijîm. 2.Di Zanîngeha Mûş Alparslanê de xwendevanênê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî me. Di asta lîsansê de ev beşa min ya duyem e ku dixwînim. Ya ewil mamostetiya agahiyên civakî. 3.Xwendinên min li ser ziman in. Zimanzan nîn im lê zimanhezek im. Ji xwendinê hez dikim. 4. Ezeb im. Ango di mal de mame. Çima nazewicim? Nizanim, min pereyê qelena wê keçikê da pirtûkan. Niha bo berhevkirina qelenên wê pere kom dikim. 5. Ev ziman bo min wek amûreke lêdanê nîn e, amûreke xweîfadekirinê ye. Weke çûkek, weke keweka gozel bi zimanê xwe distrêm. 6. Partiyeke min nîn e. Ji siloganan aciz im. Têkiliyên min yên bi mirovan re piçek qels in. Ewqas bes e ne? Hekena bipirse...

Şopajo ll Sedat Yurtdaş

Şopajo ll Sedat Yurtdaş Di destpêka pirtûka xwe de nivîskar serlehengê romana xwe Seydo, li ser zeviyek dikuje û şopajoyek naskirî dide pey şopa kujerên wî. Destpêkeke bi vî teherî romannûsa Îngilîzî Agatha Christie tîne bîra mirov. Di serê pirtûkê de yek tête kuştin, kujer nediyar in lê bo nivîskar ev ne xem e. Nivîskar karê dedektîviyê hildide ser milê xwe, xwendevanên xwe dide dû xwe û welê bûyer diherike. Di Şopajoyê de jî destpêkeke bi heman teherî heye.  Serlehengê romana me Seydo, çend sal berê ji gundê xwe koç bar kiriye ber bi bajêr de. Lê yekser destê xwe ji axa xwe naşo, doza erdê mezinên xwe dike, bi van kiryarên xwe jî axayê wê heremê Mistefa Axa aciz dike. Mistefa Axa berevajiyê malbata Seydo gelek cerdewan û alîgirên dewletê dihewîne di hundirê xwe de. Ew bi xwe jî alîgirek dewletê ye. Axir Seydo li ser zeviya wî dikujin. Dewlet xwe nagihîne çi şopek ji kujerên wî. Lê bi saya şopajoyek malbata Seydo hinek delîlan bi dest dixin. Ev delîl jî di dosyeyên ...