Ana içeriğe atla

Qesra Balindeyên Xemgîn ll Bextiyar Elî


 Di selika edebiyata me de jî hinek berhem hene ku dubare dubare te li nav hevok û risteyên xwe vedigerînin. Tehm û çêjek wusa di wan de heye ku bi carekê ji holê ranabin. Ev berhema ku niha mijara vê nivîsa me ye jî di wê çarçoveyê de dikare bê dîtin. Cihê şanazî û serbilindiyê ye ku em xwediyê van berheman in. Pênûsa Bextiyar Elî layiqê perrûyên herî hêja ye. Lê çi heye ew pênûs bi zimanekî nenaskirî hibra xwe herikandiye. Em, xwendevanên vê edebiyatê, ji hêjayê xwe Bextiyar Elî re temenekî dirêj, ji pênûsa wî re jî hibreke bibereket dixwazin. 





Nivîskarê me di vê berhema xwe de metna xwe li dor keçikeke nexweş honandiye. Heman weke keçika di Êvara Perwaneyê de. Sewsen Fîkret keçeke nexweş e. Li bajarê ku dijî sê xort dibin evîndarên wê û jê daxwaza zewacê dikin. Lê çi heye li wî bajarê ku tê de dijîn di dilê niştecihên wê derê de kîneke bêsînor heye. Kîneke ku bi xwe re xwînê diherikîne, kîneke ku jê neyartî û tevahiya tevgerên xirab jê dizên. Ji ber van xirabiyên ku li bajarê wê diqewimin Sewsen ji sê xoşevîstên xwe daxwazeke balkêş dike. Divê ev hersê namzetên zewacê bo 8 salan derkevin gera dinyayê. Di vê gerê de divê ev hersê namzet ji welatên cuda cuda 100 balînde bi xwe re bînin ji ji wê re. Piştî bicihkirina vî şertê giran wê Sewsen ji hersêyan yekî bibijêre bo zewacê. Bi vê daxwaza xwe Sewsen wê bi xêra van balîndeyan bêhna çar aliyê dinyayê li cem xwe bicivîne û pê re jî qet nebe ji bajarê xwe kîna di dilê sê xortan de bikuje. 





Kameranê Selma xortekî şerxwaz û destebirakê Mengûrê Babagewre ye ku Mengûr kêra xwe çi carekê ji xwe naqetîne û bi belakiriya xwe hatiye nasîn. Xalidê Amûn, xortekî ku kîneke mezin di dilê xwe de dihewîne û tenê û tenê bi meziniya eşîra xwe pesnê xwe dide. Mensûrê Esrîn xortekî romantîk lê piçekî bêhêz e. Ji dora wî helbestvan kêm nabin. Her sê xort şertê Sewsen Xanê qebûl dikin û derdikevin gera dinê. Piştî çûna wan şerê navxweyî gurtir dibe. Kurd, di binê alê du partiyên cuda de hêzên xwe dicivînin. Û şerê birakujiyê di nav wan de diqewime. Piştî 8 salan xort, ji gera xwe vedigerin. Bi xwe re balîndeyên xwe tînin û radestî Sewsen Xanimê dikin. Mensûrê Esrîn bi daxwaza dilê xwe ji bernamzediya zewaca bi Sewsenê re dikişe û dubare vedigere gera dinyayê. Xalid Amûn Piştî ewqas gerê ji kîna di dilê xwe de tiştek kêm nekiriye. Ji ber vê sedemê Sewsen Xanim wî red dike. Tenê yê şertê wê bicih tîne Kameranê Selma ye. Bi Kamêranê Selma re di qesreke mezin de bi balindeyên xwe re bicih dibe. Bi bexteweriya wan re balinde jî bextewar dibin. Lê piştî ku Kameranê Selma ji aliyê hêzên Xalid Amûn be tê kuştin xemgîniyeke mezin konê xwe di qesra wan de vedide. Roj bi roj balinde dimirin. Qesra balindeyan wuha vediguheze qesra balindeyên xemgîn. Dawiya dawî, dû mirina balîndeya dawîn, Sewsen ji qesrê dûr dikeve û weke balindeyan fir dide diçe. 


Ji bo xwendinê teqez tê pêşniyarkirin. 



Ayetullah Xwendevan, 08.08.2022

Kurdmeydan, Mûş


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

BÎR, Nûdem Hezex

BÎR ll Nûdem Hezex Bîr, Nûdem Hezex, Weşanên Dara, 2018, Stenbol Berîya xwendina vê romanê bawerîyeke bi vî hawê di min da hebû: Gelo çima paranîya romanên me welê di cara ewilîn da xwe didin dest. Çima tehm û çêja xwe ji xwendina duyem, sêyem ra jî nahêlin.  Çima dû xwendina cara yekemîn da nabêjin, "xwendevanê ezîz, biborîne lê, ez dê te piçek biwestînim, ez şikeftek im, şikefteke bê ser û ber. Û kesê di vê şikeftê da dest bi rêwîtîyekê bike, divê cara ewil zanibe ez, xewleyên xwe wusa di rêwîtîya yekem da dîyar nakim. Bo ku tu bi her awayî bi xwazî min nas bikî, divê çend carên din jî li min vegerî!" Belê, me vî dixwest. Bextîyar Elî her sax be, ew bi şêweya vegotina xwe vê daxwaza me piçek bicih tîne. Di dersa Edebiyata Nûjen da û di koma me ya xwendinê da li gor lîsteyeke pirtûkan em xwendinan dikin. Di van lîsteyan da yek Êvara Perwaneyê, yek jî Bîr, xwe bi me du caran dane xwendin. Û divê carek, du carên din jî em bixwînin. Da ku bi tevahîya metnan têbigihîji...

Ez kî me?

1. Di sala 1989an de li Gundê Kurdmeydanê hatime dinê. Bi eslê xwe ji Hezraza Farqînê me. Lê niha êdî em bûne niştecihên Deşta Mûşê. Gundiyek dera hanê me. Li gund dijîm. 2.Di Zanîngeha Mûş Alparslanê de xwendevanênê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî me. Di asta lîsansê de ev beşa min ya duyem e ku dixwînim. Ya ewil mamostetiya agahiyên civakî. 3.Xwendinên min li ser ziman in. Zimanzan nîn im lê zimanhezek im. Ji xwendinê hez dikim. 4. Ezeb im. Ango di mal de mame. Çima nazewicim? Nizanim, min pereyê qelena wê keçikê da pirtûkan. Niha bo berhevkirina qelenên wê pere kom dikim. 5. Ev ziman bo min wek amûreke lêdanê nîn e, amûreke xweîfadekirinê ye. Weke çûkek, weke keweka gozel bi zimanê xwe distrêm. 6. Partiyeke min nîn e. Ji siloganan aciz im. Têkiliyên min yên bi mirovan re piçek qels in. Ewqas bes e ne? Hekena bipirse...

Psişik İşler (Psyche's Task): James George FRAZER

Wek nijadnasek Frazer ji bo ronîkirina hişê gelên hov li dû xwe gelek berheman hiştiye. Ji bo ronîkirina tevgerên mirovên vê serdemê hewcehiyê bi naskirina hişê gelên hov dibîne. Bi van lêkolînan me mirovên medenî! dibe nav civakên hov û kon bi kon di nav wan de digerîne. Di vê berhema xwe de Frazer 4 tiştan îdia dike: 1. Baweriyên bêbinî di hinek nijad û hinek deman de li hember rêveberiyê, nemaze jî rêveberiya yek-mirovî di nav civakê de rêzeke mezin afirandiye, herwiha ji bo avakirin û berdewamiya nîzama giştî alîkariya serokan kiriye. 2. Baweriyên bêbinî di hinek nijad û hinek deman de rêza li hember maldarbûyîna taybet zêdetir kiriye, herwiha feydeyê li fikra maldarbûyînê kiriye. 3. Baweriyên bêbinî di hinek nijad û hinek deman de rêza li hember zewacê zêdetir kiriye, herwiha hem di nav kesên zewicandî de hem di nav ezeban de ji bo parastin û lê xwedî derketina rêzikên tund yê zewacê feydeyek daye. 4. Baweriyên bêbinî di hinek nijad û hinek deman de rêza ji bo jiyana mirovan hêzda...