Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Keştîya Bêdeng, Yahya Kemal Beyatlı

Keştîya Bêdeng* Êdî dema bi rê ketinê hatibe ji demê Keştîyek ber bi rêyeke nedîyar radibe ji vê bendêrê Weke ku rêwîyek wê tune be bêdeng diherike Ji wê rabûnê ne desmal ne jî destek dihejike Yên li bendêrê mane ji vê gerê elemdar in Çavê wan şolî bi rojan li asoyên reş dinihêrin  Hestên neçar! Ne keştîya dawî ye ev ku diçe... Ne jî şîna dawî ye ya vî emrê bi veqetîn Dunyayê da yên hezkirî û hez dikin ji valahîyê ra li bendê ne Nizanin ku evîndarên çûne venagerin... Ji yên çûyî piranî kêfxweş in ji cihê xwe... Gelek sal derbas bûn yê vegerîyan tunene ji gera xwe ... Ji Tirkî werger: Ayetullah Badikî
Dema ez ji Mûşê derdikevim derva çavnêrîya derdora xwe dikim. Dixwazim mirovan nas bikim. Her mirovek dunyayek e. Ev di bîra min da bes wek dirûşmeke cih nagire. Lê dibînim ku mirov pir dişibin hevdû. Di hinek mijaran da heman bertekan nîşan didin. Mînak piranîya tirkan ji layê nasnameya me ya netewî da heman tiştan difikirin. Ew, me wek xwe neteweyeke xweser û xwedî maf nabînin. Pêkan nîn e ku, kurd jî wek wan neteweyek bin û weke wan xwedî hîn mafên netewî bin. Vê helwesta xwe di her cihan da bi me didin zanîn û bo yên ku bibînin ev ne tişteke veşartîye jî. Mînak dixwazî newsa? Ka sebir bike ez bibêjim. Îro li derekê di nav axaftinek da netewa min, ji min hate pirsîn. Tenê di pirsên wan da tu vê nêrîna seqet dibînî. Di dewsa ku ji te re bibêjin, "tu kurd î/Kürt müsün?", dibêjin, "kurdîtî heye/Kürdlük var mı?" Kurdîtî heye yanê çi? Yanê tu, di rastîyê da tirk î, ji me yî, ji me cûda nîn î, lê dibe, wek boçikek, wek aksesûarek tiştek din jî bi te va hebe! Lê dû ra...

BÎR, Nûdem Hezex

BÎR ll Nûdem Hezex Bîr, Nûdem Hezex, Weşanên Dara, 2018, Stenbol Berîya xwendina vê romanê bawerîyeke bi vî hawê di min da hebû: Gelo çima paranîya romanên me welê di cara ewilîn da xwe didin dest. Çima tehm û çêja xwe ji xwendina duyem, sêyem ra jî nahêlin.  Çima dû xwendina cara yekemîn da nabêjin, "xwendevanê ezîz, biborîne lê, ez dê te piçek biwestînim, ez şikeftek im, şikefteke bê ser û ber. Û kesê di vê şikeftê da dest bi rêwîtîyekê bike, divê cara ewil zanibe ez, xewleyên xwe wusa di rêwîtîya yekem da dîyar nakim. Bo ku tu bi her awayî bi xwazî min nas bikî, divê çend carên din jî li min vegerî!" Belê, me vî dixwest. Bextîyar Elî her sax be, ew bi şêweya vegotina xwe vê daxwaza me piçek bicih tîne. Di dersa Edebiyata Nûjen da û di koma me ya xwendinê da li gor lîsteyeke pirtûkan em xwendinan dikin. Di van lîsteyan da yek Êvara Perwaneyê, yek jî Bîr, xwe bi me du caran dane xwendin. Û divê carek, du carên din jî em bixwînin. Da ku bi tevahîya metnan têbigihîji...

Qîza Bavê Xwe ll BAHOZ BARAN

Qîza Bavê Xwe, Bahoz Baran, Wardoz, 2019, Stenbol Ev berhem ji 14 çîrokan pêk dihê. *Gelo Mela Çima Mir Li malekê mêvanek behsa çîroka melayek kirîye, lê ev çîrok nivco maye. Ji zarok ra jî bûye ehd divê hîn bike dawîyê. Tê ji mamoste dipirse, ji mamoste ra jî dibe ehd. Lê ew jî xwe nagihîne encamê. Dawîyê da encam bi nameyek tê ber dest lê êdî naxwaze hîn bibe. Wisa dihêle. *Hezar Carî Hela Nesredîn teredînek e. Xaloyek li kamyona xwe siwar dike û wî piçek bi tevgerên xwe yên dînîtîyê diwestîne. *Kenê Bêtore Lehengê çîroka me li pey keçikekê ye. Şerta yekemîn ew e ku divê ev keçik bi kenê xwe di dilê lehengê me da cih bigire. Axir dibîne yek welê lê demek tê êdî ev ken dibe belaya serê wan. *Mela Şekir Melayê me li gundê xwe melatîyê dike. Lê rojek dewlet digre ser, dibe hinek tehdeyî li wî dike. Ew jî sond dixwe wek ku heta hetayê zirarê bide sebeban. Axir bi ya xwe dike. *Xaltîya Eyşo "Xaltîya Eyşo çi kes bû? Reîsa beledîyeyê ...

Xadim

Xadim, Selahattin Bulut (Çîrok) Avesta, Çapa Yekem 2008, Stenbol Kurte Jêhat ji girtîgehê derdikeve û mala wî bi kêf û coş li benda wî ne. Di 25 saliya xwe de ketiye hundir, 35 saliya xwe de jî derdikeve. Dayika wî Berfê, bavê wî Xelîl li benda Jêhat in ku ji Bihara cîrana wan re herê bike û wî bizewicînin. Lê nabe. Çi dikin nabe. Jêhat herê nake. Ew nizanin çi bi Jêhat hatiye. Axir Jêhat diçe Stenbolê û bi pêşniyara hevalê xwe bo texawiyê diçe nexweşxaneya ermeniyan. Helbet nexweşîneke Jêhat heye. Di girtîgehê de pêrgî miemeleyên zor nebaş hatiye. Wî ji mêraniya wî de xistine. Yek bi yek ji bijîşk re dibêje, bijîşk dermanek pêşniyar dike, Jêhat wî dermanî diceribîne lê nabe. Bi ser nakeve. Û li vê derê xilas dibe. Vebêjer Kesê sêyem Dem Dem bi awayekî kronolojîk diherike. Nivîskar, mudaxaleya dema ku rêzkî diherike nekiriye. Wek sal diyar nebê jî, behsa darbeyek tête kirin. Lê wek demsal diyar e, dema ku derdikevin derve paltoyên stûr li xwe dikin... be...

Sêsilê, Abdullah Kaya

Sêsilê, Abdullah Kaya, Avesta Di romanên Kurdî yên ewilîn û niha de temayên herî zêde derdikevin pêşberî me, evînên bêmiraz in, zordariyên axa û began in, mijarên netewî ne, dozên xwînê ne.  Di Sêsilêyê de jî temaya sereke, yek dozeke xwînê ye û pê re jî evîn e. Vêca bi honandineke balkêş û kêm ceribandî. Romana me navê xwe ji serlehengê xwe Sêsilê digire. Sêsilê çawakî navek e. Navê lehengê me Silêman, bi awayê kurt Silê ye. Ji ber jêhatîbûna wî ya bi nav û deng jî jê re Sêsilê ango Silêmanê bi qasî sê kesan jêhatî. Di destpêka romanê de behsa niqaşên du gundan tête kirin. Dozeke xwînê ku ji sedema çend heb kevokan derdikeve û di dawiyê de jî dibe sedema kuştina du kesan û koçberbûyîna malek. Sêsilê ji bo ku bi birayê xwe re ji xwîniyên xwe yekî dikujin dikeve girtîgehê û 10 sal ceza tête birîn.  Romana me ji du layan diherike, li aliyê din jî ji gundê Rindika em piçek behsa Dilşayê bikin. Dilşa keçeke xweşik, bi bejn û bal e. Keçeke xama ye Dilşa lê, ji bo kesên...

Jana Gel (Îbrahîm Ehmed)

Jana Gel, Îbrahîm Ehmed, Apec, 1992 Edebiyata kurdan de li ser zaravayê soranî wek yekemîn roman, Jana Gel ya Îbrahîm Ehmed tête qebûl kirin. Di romanên berê yên kurdan de em pêrgî metnên realîst tên ku bûyerên van berheman rasterast ji nava gel tên girtin.  Jana Gel ji vana yek e. Roman li ser şerê ku di navbera artêşa azadiyê û dewletê de diqewime disekine. Pê re jî wek bivênevê ya bandora şerek çi be li ser gel, li ser wan disekine. Girtin, talan, kuştin, sixûrî. Pê re jî şerê baş û nebaşan. Di vê romanê de jî welê ye. Serlehengê me Camêr e. Camêr sêwiyek li wê derê ye, û pêrgî qedereka reş tê. Jina wî Kalê, ducanî ye, ew dixwaze biçe dû mamanê da ku bê di heyama welidîna zarok de alîkariya wê bike. Di rê de li nav şer diqelive û birîndar dibe, tête girtin. 10 sal ceza lê tê birîn. Lê pismamê wî Lawe di nameyan jê re nabêje ku jina wî û zaroka wî herdû di heyama welidînê de mirin e. Dibêje Xwedê kurek daye te û navê wî Hîwa ye. Axir ji girtîgehê rizgar dibe û tê di...