Di medyaya civakî de hesabê jin û mêrekî dişopînim. Ev jin û mêr berî çend salan niştecihên Stenbolê bûne. Li wê derê mûçeyekî wan yê baş hebûye. Ne pere lê di jiyana xwe de bi kêmasiya tiştekî hesiyane. Pir fikirîne û di dawiyê de wê kêmasiyê ferq kirine: AX!
(Min sûretê ev pîvokên xweşik çend sal berê ji gund girtine.)
Erê ezbenî ax! Ev ne kêmasiyek e gelo? Binihêre mirovên di bajaran de dijîn tenê û tenê dema dimrin bi germahiya axê têdigihîjin. Lê ezbenî, ev nayê guhertin, ev qedera wan e gelo? Helbet tê guhertin. Tenê piçek bawerî hebê pir bi rehetî tê guhertin.
Alegoriya şikefta Platon bide bîra xwe. Mirovên di wê şikeftê de beriya ku derkevin derve ji sihên ku ji derva de dixwiyan jî ditirsiyan newsa? Lê dû re çawa bû? Yek rabû zincîran şikand û bi rojê re, bi dinyaya derve re hevrû bû. Piştî wê demê êdî tirsek nema di dilê wan de.
Ez mirovên bajaran ku di nava çar dîwaran de dijîn dişibînim mirovên şikefta Platon. (bnr: youtu.be/RmBizVdmp68?si… ) Ev jin û mêrê ku min li serî piçek behsa wan kir jî wek mirovê ku ji şikefta xwe derketî dibînim.
(Mirovên ji siha xwe ditirsin) |
Ev jin û mêr bi saetan xwe nadin ber neynikê, her roj cilekî, her roj bêhnekê li xwe naxin. Her roj makyajên xwe ji nû de nakin, her roj neynûkên xwe li gor rengê cilên xwe boyax nakin. Dema xwe li derve di paşila xwezayê de derbas dikin, tenê bêhna xwezayê li xwe dixin.
(Laleyên deşta Mûşê) |
Tenê ji bo xwe dijîn, derdekî wan yê xwe bi mirovan bidin hezkirinê tuneye. Ev mirovên ku min wek mînak behsa wan kiriye bi tevgerên xwe pir dişibin mirovên serdema prîmîtîv. Yên dinê ji xwezaya xwe dûr ketine, çêkirî ne. Te got em ê niha jî şopên şaristaniyê li bajaran bigerin?
Yorumlar
Yorum Gönder