Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Ocak, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Xwendinek Li Ser Hawara Dîcleyê

Xwendinek Li Ser Hawara Dîcleyê Gelê kurd di sedsala 20emîn de di qada siyasî de pêrgî hinek bûyerên nexweş tê. Êdî welatê wan bi awayekî fermî di nav 4 çar parçeyan de, di nav 4 dewletan de tête dabeşkirin. Ev bûyer bandoreke neyînî ya bivê nevê li ser civaka kurd dihêle. Ji bo van sedeman di hêla berhemên nivîskî de paşdemayînek berbiçav e. Her wekî ku tê zanîn roman, cureyeke edebiyata nûjen e. Yekemîn mînaka vê cûreyê Don Kîşota Cervantes e ku ew jî di serdema 17mîn de li Spanyayê hatiye nivîsîn. Kurdan jî li ser vê cûreyê di dawiya çaryeka yekemîn a serdema 20emîn de berheman nivîsîne. Hejmara vana ne ku zêde ye. Sedem helbet diyar e: Gelekî di nav 4 dewletan de hatiye dabeşkirin, ji vî gelê jî bi milyonan penaber. Û pê re jî di qada perwerdehiyê de nînbûna zimanê Kurdî. Di sedemên qelsmayîna edebiyata gelê kurd de çend sedem ev in. Li berê jî hinek sedemên din. Lê helbet ev astengiyên ku em behs dikin yekcar pêşî li edebiyatnasan negirt ku di vê qadê de berhemên serkeftî

Xwendinek Li Ser Leqatê

Leqat, Receb Dildar, Dara Romana Receb Dildarî, ji 7 beşan pêk dihê. Di her beşek de bi vebêjeriya serlehengê wê beşê behsa qewimînên derdora kesek dike. Bi qasî hejmara van beşan jî metnên şayesandinê di berhemê de cih digirin. Belê her çiqas di her beşek de serlehengek hebe jî di van heft beşan de jî bûyer li dora kesek "Hesê Karazî" diqewimin. Beşek ya Hesê bixwe ye, beşek ya jina Hesê ya ewil Fatê ye, beşek ya jina Hesê ya duyem Eyşo ye, beşek ya Cemîlê kurê Hesê ye, beşek ya Helê ya jina Cemîlê kurê Hesê ye, beşek ya Hesenê kurê Cemîlê kurê Hesenê Karazî ye, beşa dawî jî ya Cemîlê kurê Hesenê Cemîlê Hesê Karazî ye. Piçek tevlihev dixwiyê newsa? Destpêka berhemê de behsa jiyana Hesê Karazî dike. Tevlîbûna wî ya serhildana Şêx Seîd, bûyerên li ber sûrên Amedê diqewimin, jiyana wî ya ku bi revokiyê derbas dibe. Di beşa duyem de bi çavê jina Hesê ya pêşîn 'Fatê' bûyerên ku li derdora wan diqewimin radixe ber çavê me. Beşa sêyem de vêca jina Hesê ya duye
Wehşê Di Hundirê Min De, Helîm Yûsiv, PEYWEND Helîm Yûsivî di pirtûkên xwe de metnên xwe di cih cihan de bi awayekî efsûnî dihonînê. Di vê pirtûka xwe de jî ji heman rêbazê sûd werdigre. Di destpêka berhema xwe de behsa hinek lawirên tirsnak dike. Wek dînazor, wek wehş. Helbet ji wehşan qesda nivîskêr fikr û ramanên ku ne li gor yên pergala serdest in. Serlehengê pirtûka xwe Salar li pêşberî peykerê serokê pergala serdest derdixe pêşberî xwendevanên xwe. Salar li pêşber vî peykerê tê dinê û bi awayekî efsûnî weke balîndeyek dirinde bi bask dibe û difire. Ev peyker tim û tim dê weke leîtmotîvek bête bikaranîn. Salar dê tim pêrgî vî peykerê bê û dê tim tirs û xofek têkeve dilê wî. Di biçûktiya xwe de Salar bi saya mamosteyê xwe Alan, bi wehşê di hundirê xwe de dihesê. Wehş ango fikr û nêrînên xeternak. Cihê ku lê bûyer diqewimin cihekî bi wehşan mişt e. Li her deverê wehş hene û yên van wehşan li dijî hebûna xwe wek xeternakek dibînin hene. Girtin, binçavk

Ez Çi Dibêjim?

Xwediyê nêrînên qedexekirî me. Ji rojevê îlhamek stendine û li dora min konê xwe vegirtine. Ha min binivîse, ha min binivîse! Dest davêjim kîjanê di destê min de dimînin. Ya din, ya din, ya din...hemû lê hemû! Çi binivîsim nizanim. Ya baş ez behsa qiranga hemberî xwe bikim. Qirangek li ser dara hemberî min veniştiye. Ya baş ez wê binivîsim. Hebûn û tunebûna wê bi berjewendiyên çi kesek re têkildar nîn e. Dibe ku birçî be, dibe ku dicemide jî. Êê çi bû? Dev jê berde, çi tiştek nebû. Ez dibêjim tu jî dibînî. Bi lez û bez êrîş dikin ser xwarinan, ser kinc û midasan. Lîmîta kartê wan serbestiyeke berfireh dide wan. Ji wî ya, ji wana, ji... Ez dikarim hemûyan bistînim lê hemûyan. Ji bo ku xwediyê lîmîteke berfireh in xwe wek xwediyê, biborîne "xweda"yê wan nî'metan dibînin. Çavkaniya hêza wan diyar e: Bes û bes lîmîta kartê wan! Nacemidin, birçî nabin bê derd û bê kul in. Pêdiviya wan bi çi tiştek nîn e. Lewra bi lîmîta xwe ya berfireh ji xwe re bihûştek ava kirine. Di x

Mirov, Cemîl Merîç

Çi ecêb e ev mirov. Dimeşe, dipeyive û janê dikişîne. 70 kîlo ye. Derbarê xwe û hawîrdora xwe de çi tiştek nizane. Wek makîneyeka janê ye. Bendê wî di destê hinekên din de ye. Robotek zexel û evdalok. Kêfa wî ji çi re tê nayê zanîn.Ya bêdawî xeyal û qabîliyeta wî ye. Qefeseke ji goşt û tê de riheke di bêçaretiyê de digevize. Laş erebe, hiş erebewan. Lê çavê erebewan girêdayî ye, hesp in yên ku ji erebeyê re hukm dikin. Bûda mafdar e: Bo ku mirov hebê divê mirov tune bibê, parçe dê bigihîjin tevahiyê ku ev hesret dawî bibe. Tevahiya musîkiyê, tevahiya helbestê, tevahiya evînê, ev xirarek hestî, ev bedena serhildêr, ev metirsiyên evdalkî dê çi bibin. Kî dizanê dê çi bibin? Qeder tim rolên ku mirov naleyîze bar dike pişta mirovan û difîkîne. Çepik jî yên sextekara ne. Cemîl Merîç, Jurnal.

Ez kî me?

1. Di sala 1989an de li Gundê Kurdmeydanê hatime dinê. Bi eslê xwe ji Hezraza Farqînê me. Lê niha êdî em bûne niştecihên Deşta Mûşê. Gundiyek dera hanê me. Li gund dijîm. 2.Di Zanîngeha Mûş Alparslanê de xwendevanênê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî me. Di asta lîsansê de ev beşa min ya duyem e ku dixwînim. Ya ewil mamostetiya agahiyên civakî. 3.Xwendinên min li ser ziman in. Zimanzan nîn im lê zimanhezek im. Ji xwendinê hez dikim. 4. Ezeb im. Ango di mal de mame. Çima nazewicim? Nizanim, min pereyê qelena wê keçikê da pirtûkan. Niha bo berhevkirina qelenên wê pere kom dikim. 5. Ev ziman bo min wek amûreke lêdanê nîn e, amûreke xweîfadekirinê ye. Weke çûkek, weke keweka gozel bi zimanê xwe distrêm. 6. Partiyeke min nîn e. Ji siloganan aciz im. Têkiliyên min yên bi mirovan re piçek qels in. Ewqas bes e ne? Hekena bipirse...

Santîago De Compostela / Ferhad Pîrbal

Santîago De Compestela Ferhad Pîrbal 1. Di serê romanê de bi navê Gulnoş keçek heye. Ev keç birayê xwe perwerde dike hunera rismê pê dide hezkirin. Di çend cihan de serlehengê me Dara behsa Gulnoşê dike. Gulnoş jî weke hemûyê malbata Dara di Komkujiya Helepçeyê de jiyana xwe ji dest daye. 2. Dara resamek serkeftî ye. Ji welatê xwe (Kurdistana Başûr, Helebçe) koçber dibe û diçe Ewropayê. Li Ewropayê jî tim û tim li pey gerînekê ye. Gerîna çi? Gerîna yarek, gerîna welatek... 3. Di çend cihên pirtûkê de çend heb guftûgo hene. Yên di navbera Dara û Lalo de, yên di navbera Dara û hevalên wî yên kurd de. Dara di van deran de jî li pey gerînekê ye. Dema ku behsa Santîago dike hevalêd wî henekan pê dikin. Lewra bo navçeyeke zor biçûk dev ji Parîsê berdide. 4. Dara bi awayekî efsûnî dibe dildarê keçikeke Spanyolî ya bi navê Venus. Kî ye ev Venus, li kuderê hevdû dibînin, dû re çima wenda dibe.? Heta dawiya pirtûkê wek xwendevanek li pey zelalkirina van pirsan bûm, lê bêbersiv man. 5.