Di medyaya civakî de hesabê jin û mêrekî dişopînim. Ev jin û mêr berî çend salan niştecihên Stenbolê bûne. Li wê derê mûçeyekî wan yê baş hebûye. Ne pere lê di jiyana xwe de bi kêmasiya tiştekî hesiyane. Pir fikirîne û di dawiyê de wê kêmasiyê ferq kirine: AX! ( Min sûretê ev pîvokên xweşik çend sal berê ji gund girtine.) Erê ezbenî ax! Ev ne kêmasiyek e gelo? Binihêre mirovên di bajaran de dijîn tenê û tenê dema dimrin bi germahiya axê têdigihîjin. Lê ezbenî, ev nayê guhertin, ev qedera wan e gelo? Helbet tê guhertin. Tenê piçek bawerî hebê pir bi rehetî tê guhertin. Alegoriya şikefta Platon bide bîra xwe. Mirovên di wê şikeftê de beriya ku derkevin derve ji sihên ku ji derva de dixwiyan jî ditirsiyan newsa? Lê dû re çawa bû? Yek rabû zincîran şikand û bi rojê re, bi dinyaya derve re hevrû bû. Piştî wê demê êdî tirsek nema di dilê wan de. Ez mirovên bajaran ku di nava çar dîwaran de dijîn dişibînim mirovên şikefta Platon. (bnr: youtu.be/RmBizVdmp68?si… ) Ev jin û mêrê ku min li ser
Wek nijadnasek Frazer ji bo ronîkirina hişê gelên hov li dû xwe gelek berheman hiştiye. Ji bo ronîkirina tevgerên mirovên vê serdemê hewcehiyê bi naskirina hişê gelên hov dibîne. Bi van lêkolînan me mirovên medenî! dibe nav civakên hov û kon bi kon di nav wan de digerîne. Di vê berhema xwe de Frazer 4 tiştan îdia dike: 1. Baweriyên bêbinî di hinek nijad û hinek deman de li hember rêveberiyê, nemaze jî rêveberiya yek-mirovî di nav civakê de rêzeke mezin afirandiye, herwiha ji bo avakirin û berdewamiya nîzama giştî alîkariya serokan kiriye. 2. Baweriyên bêbinî di hinek nijad û hinek deman de rêza li hember maldarbûyîna taybet zêdetir kiriye, herwiha feydeyê li fikra maldarbûyînê kiriye. 3. Baweriyên bêbinî di hinek nijad û hinek deman de rêza li hember zewacê zêdetir kiriye, herwiha hem di nav kesên zewicandî de hem di nav ezeban de ji bo parastin û lê xwedî derketina rêzikên tund yê zewacê feydeyek daye. 4. Baweriyên bêbinî di hinek nijad û hinek deman de rêza ji bo jiyana mirovan hêzda