Ana içeriğe atla

Payîza Mezinan




Xwendevanên hêja! Ez îro bi berhemeke nipînû li pêşberî we me.    




Di xebatên folklorê û dîrokê de çavkaniyên devkî cihekî girîng digirin. Çavkaniyên devkî ew çavkanî ne ji yên nivîskî re dibin palpişt. Weke xwendevanek bifikire, bo têgihiştina bi bûyerên dîrokê li ber destê te çavkaniyên nivîskî nînin an hene lê valahiya heyî bi dilê te tije nakin. Tu yê çi bikî? Tu yê berê xwe bidî qadê û ji qadê doneyan berhev bikî. Ev hewcehî te dibe ku derê? Te dibe ber deriyê mirovên temen mezin. Vêca bi lêdana her deriyekî rûpelek dîrokê li pêş çavê te ronî dibe. Ji ber ku di edebiyata Kurdî de berhemên di cureya jiyannameyê de hatine nivîsîn kêm in ev berhem ji vî aliyê de jî xwedî qîmeteke zêde ye. 





Kekê Abdurrahman bi salan e çi di bernameyên xwe yên televîzyonê de, çi di berhemên xwe yên nivîskî de serpêhatiyên van mirovên kal bi me temaşevan û xwendevanan re parve dike. Berhema li ber destê me ji xebateke wuha derketiye holê. Brêz Benek herêm bi herêm daye dû kurdên kal û ji wan serpêhatiyên wan guhdarî kiriye. Ji serhildana Şêx Seîd bigire heta komkujiya Dêrsimê, ji wê heya komkujiya Geliyê Zîlan. Van mirovên ku şahidiya van bûyeran kirine serpêhatî û zanînên xwe bi brêz Benek re parve kirine, wî jî me ji van bêpar nehiştine. 





Civaknas, folklornas, siyasetmedar an jî dîroknasek pir bi rehetî dikare ji berhema wî sûd werbigre. Ji bo tevan û ji vê jî zêdetir agahî hene di vê berhemê de. 



Kerem bikin, bistînin û bi brêz nivîskar re xwe berî nav serpêhatiyên sed salên borî bidin. 



Ji kerema xwe re pêşniyarên xwe bi min re parve bikin. Û heke ku we eciband bloga min li derdorê xwe pêşniyar bikin. Malava🙋🏻‍♂️👏






Navê Berhemê: Payîza Mezinan

Cure: Jiyanname 

Weşanxane: Nûbihar

Nivîskar: Abdurrahman Benek

Sala Çapê: 2020

Cihê Çapê: Stenbol




Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

BÎR, Nûdem Hezex

BÎR ll Nûdem Hezex Bîr, Nûdem Hezex, Weşanên Dara, 2018, Stenbol Berîya xwendina vê romanê bawerîyeke bi vî hawê di min da hebû: Gelo çima paranîya romanên me welê di cara ewilîn da xwe didin dest. Çima tehm û çêja xwe ji xwendina duyem, sêyem ra jî nahêlin.  Çima dû xwendina cara yekemîn da nabêjin, "xwendevanê ezîz, biborîne lê, ez dê te piçek biwestînim, ez şikeftek im, şikefteke bê ser û ber. Û kesê di vê şikeftê da dest bi rêwîtîyekê bike, divê cara ewil zanibe ez, xewleyên xwe wusa di rêwîtîya yekem da dîyar nakim. Bo ku tu bi her awayî bi xwazî min nas bikî, divê çend carên din jî li min vegerî!" Belê, me vî dixwest. Bextîyar Elî her sax be, ew bi şêweya vegotina xwe vê daxwaza me piçek bicih tîne. Di dersa Edebiyata Nûjen da û di koma me ya xwendinê da li gor lîsteyeke pirtûkan em xwendinan dikin. Di van lîsteyan da yek Êvara Perwaneyê, yek jî Bîr, xwe bi me du caran dane xwendin. Û divê carek, du carên din jî em bixwînin. Da ku bi tevahîya metnan têbigihîji...

Ez kî me?

1. Di sala 1989an de li Gundê Kurdmeydanê hatime dinê. Bi eslê xwe ji Hezraza Farqînê me. Lê niha êdî em bûne niştecihên Deşta Mûşê. Gundiyek dera hanê me. Li gund dijîm. 2.Di Zanîngeha Mûş Alparslanê de xwendevanênê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî me. Di asta lîsansê de ev beşa min ya duyem e ku dixwînim. Ya ewil mamostetiya agahiyên civakî. 3.Xwendinên min li ser ziman in. Zimanzan nîn im lê zimanhezek im. Ji xwendinê hez dikim. 4. Ezeb im. Ango di mal de mame. Çima nazewicim? Nizanim, min pereyê qelena wê keçikê da pirtûkan. Niha bo berhevkirina qelenên wê pere kom dikim. 5. Ev ziman bo min wek amûreke lêdanê nîn e, amûreke xweîfadekirinê ye. Weke çûkek, weke keweka gozel bi zimanê xwe distrêm. 6. Partiyeke min nîn e. Ji siloganan aciz im. Têkiliyên min yên bi mirovan re piçek qels in. Ewqas bes e ne? Hekena bipirse...

Şopajo ll Sedat Yurtdaş

Şopajo ll Sedat Yurtdaş Di destpêka pirtûka xwe de nivîskar serlehengê romana xwe Seydo, li ser zeviyek dikuje û şopajoyek naskirî dide pey şopa kujerên wî. Destpêkeke bi vî teherî romannûsa Îngilîzî Agatha Christie tîne bîra mirov. Di serê pirtûkê de yek tête kuştin, kujer nediyar in lê bo nivîskar ev ne xem e. Nivîskar karê dedektîviyê hildide ser milê xwe, xwendevanên xwe dide dû xwe û welê bûyer diherike. Di Şopajoyê de jî destpêkeke bi heman teherî heye.  Serlehengê romana me Seydo, çend sal berê ji gundê xwe koç bar kiriye ber bi bajêr de. Lê yekser destê xwe ji axa xwe naşo, doza erdê mezinên xwe dike, bi van kiryarên xwe jî axayê wê heremê Mistefa Axa aciz dike. Mistefa Axa berevajiyê malbata Seydo gelek cerdewan û alîgirên dewletê dihewîne di hundirê xwe de. Ew bi xwe jî alîgirek dewletê ye. Axir Seydo li ser zeviya wî dikujin. Dewlet xwe nagihîne çi şopek ji kujerên wî. Lê bi saya şopajoyek malbata Seydo hinek delîlan bi dest dixin. Ev delîl jî di dosyeyên ...