Sêsilê, Abdullah Kaya, Avesta Di romanên Kurdî yên ewilîn û niha de temayên herî zêde derdikevin pêşberî me, evînên bêmiraz in, zordariyên axa û began in, mijarên netewî ne, dozên xwînê ne. Di Sêsilêyê de jî temaya sereke, yek dozeke xwînê ye û pê re jî evîn e. Vêca bi honandineke balkêş û kêm ceribandî. Romana me navê xwe ji serlehengê xwe Sêsilê digire. Sêsilê çawakî navek e. Navê lehengê me Silêman, bi awayê kurt Silê ye. Ji ber jêhatîbûna wî ya bi nav û deng jî jê re Sêsilê ango Silêmanê bi qasî sê kesan jêhatî. Di destpêka romanê de behsa niqaşên du gundan tête kirin. Dozeke xwînê ku ji sedema çend heb kevokan derdikeve û di dawiyê de jî dibe sedema kuştina du kesan û koçberbûyîna malek. Sêsilê ji bo ku bi birayê xwe re ji xwîniyên xwe yekî dikujin dikeve girtîgehê û 10 sal ceza tête birîn. Romana me ji du layan diherike, li aliyê din jî ji gundê Rindika em piçek behsa Dilşayê bikin. Dilşa keçeke xweşik, bi bejn û bal e. Keçeke xama ye Dilşa lê, ji bo kesên ku ji bo