Keştîya Bêdeng* Êdî dema bi rê ketinê hatibe ji demê Keştîyek ber bi rêyeke nedîyar radibe ji vê bendêrê Weke ku rêwîyek wê tune be bêdeng diherike Ji wê rabûnê ne desmal ne jî destek dihejike Yên li bendêrê mane ji vê gerê elemdar in Çavê wan şolî bi rojan li asoyên reş dinihêrin Hestên neçar! Ne keştîya dawî ye ev ku diçe... Ne jî şîna dawî ye ya vî emrê bi veqetîn Dunyayê da yên hezkirî û hez dikin ji valahîyê ra li bendê ne Nizanin ku evîndarên çûne venagerin... Ji yên çûyî piranî kêfxweş in ji cihê xwe... Gelek sal derbas bûn yê vegerîyan tunene ji gera xwe ... Ji Tirkî werger: Ayetullah Badikî