Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Psişik İşler (Psyche's Task): James George FRAZER

Wek nijadnasek Frazer ji bo ronîkirina hişê gelên hov li dû xwe gelek berheman hiştiye. Ji bo ronîkirina tevgerên mirovên vê serdemê hewcehiyê bi naskirina hişê gelên hov dibîne. Bi van lêkolînan me mirovên medenî! dibe nav civakên hov û kon bi kon di nav wan de digerîne. Di vê berhema xwe de Frazer 4 tiştan îdia dike: 1. Baweriyên bêbinî di hinek nijad û hinek deman de li hember rêveberiyê, nemaze jî rêveberiya yek-mirovî di nav civakê de rêzeke mezin afirandiye, herwiha ji bo avakirin û berdewamiya nîzama giştî alîkariya serokan kiriye. 2. Baweriyên bêbinî di hinek nijad û hinek deman de rêza li hember maldarbûyîna taybet zêdetir kiriye, herwiha feydeyê li fikra maldarbûyînê kiriye. 3. Baweriyên bêbinî di hinek nijad û hinek deman de rêza li hember zewacê zêdetir kiriye, herwiha hem di nav kesên zewicandî de hem di nav ezeban de ji bo parastin û lê xwedî derketina rêzikên tund yê zewacê feydeyek daye. 4. Baweriyên bêbinî di hinek nijad û hinek deman de rêza ji bo jiyana mirovan hêzda
En son yayınlar

Payîza Mezinan

Xwendevanên hêja! Ez îro bi berhemeke nipînû li pêşberî we me.     Di xebatên folklorê û dîrokê de çavkaniyên devkî cihekî girîng digirin. Çavkaniyên devkî ew çavkanî ne ji yên nivîskî re dibin palpişt. Weke xwendevanek bifikire, bo têgihiştina bi bûyerên dîrokê li ber destê te çavkaniyên nivîskî nînin an hene lê valahiya heyî bi dilê te tije nakin. Tu yê çi bikî? Tu yê berê xwe bidî qadê û ji qadê doneyan berhev bikî. Ev hewcehî te dibe ku derê? Te dibe ber deriyê mirovên temen mezin. Vêca bi lêdana her deriyekî rûpelek dîrokê li pêş çavê te ronî dibe. Ji ber ku di edebiyata Kurdî de berhemên di cureya jiyannameyê de hatine nivîsîn kêm in ev berhem ji vî aliyê de jî xwedî qîmeteke zêde ye.  Kekê Abdurrahman bi salan e çi di bernameyên xwe yên televîzyonê de, çi di berhemên xwe yên nivîskî de serpêhatiyên van mirovên kal bi me temaşevan û xwendevanan re parve dike. Berhema li ber destê me ji xebateke wuha derketiye holê. Brêz Benek herêm bi herêm daye dû kurdên kal û ji wan serpêhatiyê

Qesra Balindeyên Xemgîn ll Bextiyar Elî

 Di selika edebiyata me de jî hinek berhem hene ku dubare dubare te li nav hevok û risteyên xwe vedigerînin. Tehm û çêjek wusa di wan de heye ku bi carekê ji holê ranabin. Ev berhema ku niha mijara vê nivîsa me ye jî di wê çarçoveyê de dikare bê dîtin. Cihê şanazî û serbilindiyê ye ku em xwediyê van berheman in. Pênûsa Bextiyar Elî layiqê perrûyên herî hêja ye. Lê çi heye ew pênûs bi zimanekî nenaskirî hibra xwe herikandiye. Em, xwendevanên vê edebiyatê, ji hêjayê xwe Bextiyar Elî re temenekî dirêj, ji pênûsa wî re jî hibreke bibereket dixwazin.  Nivîskarê me di vê berhema xwe de metna xwe li dor keçikeke nexweş honandiye. Heman weke keçika di Êvara Perwaneyê de. Sewsen Fîkret keçeke nexweş e. Li bajarê ku dijî sê xort dibin evîndarên wê û jê daxwaza zewacê dikin. Lê çi heye li wî bajarê ku tê de dijîn di dilê niştecihên wê derê de kîneke bêsînor heye. Kîneke ku bi xwe re xwînê diherikîne, kîneke ku jê neyartî û tevahiya tevgerên xirab jê dizên. Ji ber van xirabiyên ku li bajarê wê diq
Îro ez û dayika xwe em çûn pincarê.

Keştîya Bêdeng, Yahya Kemal Beyatlı

Keştîya Bêdeng* Êdî dema bi rê ketinê hatibe ji demê Keştîyek ber bi rêyeke nedîyar radibe ji vê bendêrê Weke ku rêwîyek wê tune be bêdeng diherike Ji wê rabûnê ne desmal ne jî destek dihejike Yên li bendêrê mane ji vê gerê elemdar in Çavê wan şolî bi rojan li asoyên reş dinihêrin  Hestên neçar! Ne keştîya dawî ye ev ku diçe... Ne jî şîna dawî ye ya vî emrê bi veqetîn Dunyayê da yên hezkirî û hez dikin ji valahîyê ra li bendê ne Nizanin ku evîndarên çûne venagerin... Ji yên çûyî piranî kêfxweş in ji cihê xwe... Gelek sal derbas bûn yê vegerîyan tunene ji gera xwe ... Ji Tirkî werger: Ayetullah Badikî
Dema ez ji Mûşê derdikevim derva çavnêrîya derdora xwe dikim. Dixwazim mirovan nas bikim. Her mirovek dunyayek e. Ev di bîra min da bes wek dirûşmeke cih nagire. Lê dibînim ku mirov pir dişibin hevdû. Di hinek mijaran da heman bertekan nîşan didin. Mînak piranîya tirkan ji layê nasnameya me ya netewî da heman tiştan difikirin. Ew, me wek xwe neteweyeke xweser û xwedî maf nabînin. Pêkan nîn e ku, kurd jî wek wan neteweyek bin û weke wan xwedî hîn mafên netewî bin. Vê helwesta xwe di her cihan da bi me didin zanîn û bo yên ku bibînin ev ne tişteke veşartîye jî. Mînak dixwazî newsa? Ka sebir bike ez bibêjim. Îro li derekê di nav axaftinek da netewa min, ji min hate pirsîn. Tenê di pirsên wan da tu vê nêrîna seqet dibînî. Di dewsa ku ji te re bibêjin, "tu kurd î/Kürt müsün?", dibêjin, "kurdîtî heye/Kürdlük var mı?" Kurdîtî heye yanê çi? Yanê tu, di rastîyê da tirk î, ji me yî, ji me cûda nîn î, lê dibe, wek boçikek, wek aksesûarek tiştek din jî bi te va hebe! Lê dû ra

BÎR, Nûdem Hezex

BÎR ll Nûdem Hezex Bîr, Nûdem Hezex, Weşanên Dara, 2018, Stenbol Berîya xwendina vê romanê bawerîyeke bi vî hawê di min da hebû: Gelo çima paranîya romanên me welê di cara ewilîn da xwe didin dest. Çima tehm û çêja xwe ji xwendina duyem, sêyem ra jî nahêlin.  Çima dû xwendina cara yekemîn da nabêjin, "xwendevanê ezîz, biborîne lê, ez dê te piçek biwestînim, ez şikeftek im, şikefteke bê ser û ber. Û kesê di vê şikeftê da dest bi rêwîtîyekê bike, divê cara ewil zanibe ez, xewleyên xwe wusa di rêwîtîya yekem da dîyar nakim. Bo ku tu bi her awayî bi xwazî min nas bikî, divê çend carên din jî li min vegerî!" Belê, me vî dixwest. Bextîyar Elî her sax be, ew bi şêweya vegotina xwe vê daxwaza me piçek bicih tîne. Di dersa Edebiyata Nûjen da û di koma me ya xwendinê da li gor lîsteyeke pirtûkan em xwendinan dikin. Di van lîsteyan da yek Êvara Perwaneyê, yek jî Bîr, xwe bi me du caran dane xwendin. Û divê carek, du carên din jî em bixwînin. Da ku bi tevahîya metnan têbigihîji